Di rojnameyên erebî de rewşa Sûdanê û bacên gumrikê yên DYA’ê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de rewşa Sûdanê û bacên nû yê gumrikê yên ku DYA’yê avêtiye ser hin welatan nirxandin.

Di rojnameyên erebî de rewşa Sûdanê û bacên gumrikê yên DYA’ê
4 nîsan, 2025   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji bo windakirina Xertûmê telafî bike gefa dagirkirina bakur dixwe" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku cîgirê fermandaraê Hêzên Piştevahiya Lezgîn Ebdurehîm Degelo, ji bo telafîkirina xisarên leşkerî yên ku hêzên wî li paytext Xertûm û deverên din xwarine, gefa dagirkirina eyaleta bakur û çemê Nîlê xwar.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku tevgerên Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên ber bi bakurê ve gefeke rasterast li ser Misirê çêdike. Hate gotin, her nêzîkbûneke li ser sînorê başûr wê bibe sedema aloziyê bi Qahîre ye ku piştgiriyê dide artêşa Sûdanê. Her wiha hate destnîşankirin ku ev gef di demekê de tê xwarin ku Hêzên Piştevaniya Lezgînê herêmên navîn ên Sûdanê ji dest dane û rêyên wê yên destekkirinê qut bûne.

’BALAFIRA TRUMP LI BURCÊN BAZIRGANIYA CÎHANÊ DIDE’

Rojnameya El Quds El Erebî jî encamên aborî yên cîhanî yên biryara Trump a danîna bacên gumrikê li ser hinardekirina hin welatan nirxandin.  Rojnameyê diyar kir ku Serokê Amerîka ev gav ji bo "azadkirina aboriya amerîkî" nirxand, di heman demê de rayedarên ewropî biryar wekî "şerê bazirganî yê bê serketî" binav kirin.

Li gorî rojnameyê, armanca vê siyasetê geşkirina hilberîna xwecih û kêmkirina girêdayîbûna bi hinardekirinê ye, lê ev yek bû sedema kêmbûna bazarên borsê û daketina nirxê dolar. Rojnameyê diyar kir ku hevalbendên DYA’ê li hemberî vê biryarê bertek hatin nîşandan. Hate gotin, hevalbendên DYA’yê biryar bi karesatek aborî wesif kirin ku aramiya bazirganiya cîhanî dixe metirsiyê.

EM BEHSA KIJAN TRUMPÎ DIKIN?

Di heman çarçoveyê de, rojnameya El Şerq El Ewset, Trump "wekî kesayetiyek kompleks û piralî dît ku di siyasetên xwe yên derve de biryarên nakok dide" nirxand. Rojnameyê  hewldanên Trump yên bidawîkirina şerê Rûsya-Ukrayna  û pêkanîna zextê li ser Ewropayê da ku xerciyên xwe yên parastinê zêde bike, wekî mînakên vê siyasetê nîşan da.

Rojnameyê diyar kir ku ku "Trump tevî ragihand ku ji destwerdanên derve vekişiya, lê fermana êrişên li dijî Hûsyan daye da ku ewlehiya navîgasyonê mîsoger bike. Ev yekî nakokiyên di navbera xîtab û kiryarên wî nîşan dide."

Rojnameyê destnîşan kir ku dibe ku Trump bi deng û nakok be, lê ew di veguherandina siyaseta navneteweyî de lîstikvanek sereke dimîne.

(bb)