Li Şengalê teqîn û tevgera artêşa Iraqê

Li sûka kevin ya Şengalê teqîneke sedema wê ne hate zanîn pêk hat. Artêşa Iraqê jî bi heceta teqîna ku sedema wê hîn ne hatiye zanîn, careke din li navenda bajêr dest bi liv û tevgera leşkerî kir.

Li Şengalê teqîn û tevgera artêşa Iraqê
4 nîsan, 2025   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van saetan de li sûka kevin ya Şengalê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên şêniyên Şengalê dengê teqînê ji gelek aliyên bajêr hatiye bihîstin.

Lê ji ber artêşa Iraqê liv û tevgera leşkerî hem li bajêr, hem jî li cihê ku teqîn tê gotin lê çêbûye, daye destpêkirin. Sedema teqînê ne hate zanîn.

Çavkaniyeke ji nava hêzên ewlekariyê diyar kir, ji ber herêma ku dengê teqînê jê hatiye herêmeke bermahiyên şerê DAIŞ’ê lê heye, dibe mayîneke kevin be.

Heman çavkaniyê diyar kir, artêşa Iraqê vê teqînê ji xwe re kiriye hecet, liv û tevgereke leşkerî hem li herêma ku teqîn lê rûdaye, hem jî li navenda bajêr daye destpêkirin.

Medyaya Iraqê jî teqînê piştrast kir, lê sedema teqînê hîn jî nayê zanîn.

Hêjayî bibîrxistinêye Şengala kevin an jî sûka kevin herêmeke di dema şerê DAIŞ’ê de wêran bûye û niha xelkê sivîl lê najî. Tenê hêzên leşkerî li vê herêmê dimînin û bermahiyên şer jî li herêmê hene.