Şengalê berxwedana Helebê silav kir

Li Şengalê di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) û Rêvebiriya Xwsera Şengalê, li navenda bajarê şengalê bi daxuyanmiyekê êrişên li ser taxa şêxmeqsud û eşrefiyê ya Helebê hatin şermezarkirin.

Şengalê berxwedana Helebê silav kir
8 ÇILE, 2026   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê îro di pêşengiya Tevgera Azadiya Jînên Êzîdî (TAJÊ) û Rêveberiya Xwesera Şengalê, li ser êrîşên hikumeta demkiya Sûrî ku ev sê rojê êrîşî taxa şêxmeqsud û eşrefiyê ya Helebê dike daxuyanî hate dayîn.

Daxuyanî li navenda bajarê Şengalê li ber Meclisa Gel hate dayin. Gelek endam û rêveberên saziyên giredayî Rêveberiya Xwesera Şengalê tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji alî endama koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Neam Bedel va hate dayîn.

Di daxuyaniyê da berxwedana gelê şêxmeqsud û eşrefiya hate silavkirin û ev hate gotin: “Em îro wekî saziyên Rêveberiya Xwesera Şengalê ji bo êrişên li ser taxa şêxmeqsud û eşrefiya helebê kombûne, em serî de berxwedaniya gelê me yê Helebê silav dikin û pîştgîriya xwe ji bo wan tînîn zîman. Dema mijar dibe Kurd an Êzîdî tu kes deng dernaxe hemû xwe kor û ker dikin.

Em bang hemû hêzên navnetewî û komalên mafê mirova dikin, erişên Hikûmeta Demkiya Suriye li ser taxên kurdan bidin seknandin.

Em daxwaz dikin gelê Rojavayên Kurdistan û Sûriye bi hev re di nava aştiyê da bijin.”