Dayika têkoşer Fehîme Hemo şehîd bû

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê ragihand ku kesayeta têkoşer Fehîme Hemo ji ber nexweşxaneyekê şehîd bû. Meclisê sersaxî ji malbatê wê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest.

Dayika têkoşer Fehîme Hemo şehîd bû
8 ÇILE, 2026   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê diyar kir ku kesayeta têkoşer Fehîme Ehmed Hemo danê nîvro şehîd bû.

Meclisê peyamek sersaxiyê da malbata şehîd û tevahî gelê herêmê.

Meclisê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Fehîme sembola jina têkoşer û dayika fedakar bû, doza gelê xwe li gel koçbera ji Efrînê re hilgirt, parastina mîrasa zarokên xwe yên şehîd kir.

Fehîme Hemo ji gundê Şîtka yê Mabeta yê Efrîna dagirkirî ye, bi têkoşîna xwe ya demdirêj di oxira doza Kurd de tê naskirin. Di 88 saliya xwe de şehîd bû, 6 zarokên wê hene, 3 zarokên wê; Kamîran Mihemed di 1993ˊyan de, Kurdistana Mihemed di 1997ˊan de û Eşref Mihemed di 1995ˊan de di nava refên gerîla de şehîd bûn.

Neviyekî wê Eşref Cemîl Mihemed di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de di 2018ˊan de şehîd bû. Hevjînê wê parêzvanê doza xwe bû, di girtîgehên rejîma berê de bi îşkenceyê di 2007ˊan de li gundê xwe Şîtka şehîd bû.

(fr)

ANHA