Sendîkaya Mamostayên Tahranê: Werîşe, Şerîfe û Pexşan berdin

Sendîkaya Mamostayên Tahranê cezayê darvekirinê yê ji bo Şerîfe Mihemedî şermezar kir û xwes demek ji ya din zûtir Werîşe, Şerîfe û Pexşan bên azadkirin. Sendîkayê bang li her kesê kir ku dijî zilm û zordariyê bêdeng nemînin.

Sendîkaya Mamostayên Tahranê: Werîşe, Şerîfe û Pexşan berdin
25 tebax, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Sendîkaya Yekîtiya Mamostayên Tahranê dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Werîşe Mûradî ya ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, erêkirina cezayên darvekirinê ji bo çalakvanên siyasî û sivîl gelek zêde bûne, herwiha ev kiryara bêdengkirinê piştî şerê Îsraîl û Îranê dijwartir bûye.

Di dewama daxuyaniyê hate gotin; “Niha zêdetirî 56 girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li benda darvekirinê ne, herî dawî jî dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî erê kir.”

Sendîkayê li dijî cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hişyarî da û hate diyarkirin ku ev yek li dijî pîvanên edaletê û heta qanûnên navxweyî yên welate.

Herî dawî jî hate gotin; “Em banga hilweşandina cezayên darvekirina girtiyên siyasî dikin û divê demek ji ya din zûtir azad bibin. Em bang li rewşenbîr û hemû kesên xwedî wijdan dikin ku bermaberî zilm û zordariyê bêdeng nemînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 16’ê Tebaxê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt ji aliyê Şaxa 39 a dadgeha bilind ya Îranê ve bi temamî hat erêkirin. Her wiha roja 8’ê Çileya 2025’an ji aliyê dadgeha bilind ya Îranê ve cezayê Pexşan Ezîzî û roja 10’ê Mijdara 2024’an ve jî cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî bi temamî hatine erêkirin. Ji ber vê çendê metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser her sê girtiyên siyasî heye.