Hêzên ewlekariyê operasyonek li Tebqayê li dar xist

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Tebqayê operasyoneke ewlehiyê li dar xist û 2 kes destgîr kirin.

Hêzên ewlekariyê operasyonek li Tebqayê li dar xist
25 tebax, 2025   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li kantona Tebqayê operasyonek ewlehiyê li dijî kesên ji bo edaletê tên xwestin hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên me roja pêncşemê (21ˊê Tebaxê), bi beşdariya Hêzên taybet (HAT) û Hêzên Operasyonan û bi hevkariya Dezgeha Ewlekariya Giştî operasyoneke ewlehiyê  li bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê  li dar xist.

Operasyon li dijî kesên ku ji ber sûcên curbicur ji bo edaletê tê têne xwestin pêk hat.  Di operasyonê de 2 kes hatin destgîrkirin û ev tişt jî desteser kirin:

23 mermiyên damanceya eyar 6mm

Bombeyek

Pîla topavêjê

Kartên memoriyê (zakîre) yên kamereyên çavdêriyê

3 telefon

Ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam ên hêzên me de pêk tê, da ku kesên ji bo edaletê tên xwestin bigirin, ewlehî û aramiya li herêmê were xurtkirin, şênî li hember gefên dijî wan werin parastin."

(fr)