Senaryoyên bersivdayîna Îranê rojeva çapemeniya erebî ye

Rewşa li Iraqê û aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de rojevên rojnameyên erebî ne.

Senaryoyên bersivdayîna Îranê rojeva çapemeniya erebî ye
7 tebax 2024   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Metirsiyên Iraqê ji têkçûna agirbesta bi hêzên Amerîkayê re" parve kir û bal kişand ser rewşa li Iraqê. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku hemwextî gefa Îranê ya domdar ku dê bersiva kuştina Îsmaîl Heniye bide, fikar hene agirbesta di navbera komên alîgirên Îranê û hêzên Amerîkayê de hilweşe.

Reutersê bi bîr xist ku duşemê li dijî baregeha Eyn El Esed a ku leşkerên amerîkî lê dimînin, êrişek çêbû û di encamê de herî kêm 5 leşkerên amerîkî birîndar bûn.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke siyasî wergirtine, da zanîn ku rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê bi serokê hikumeta Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî re hemfikir in ku divê qada Iraqê bê kontrolkirin û rê li pêşiya komên dê tev li bersivdayîna Îranê bibin, bê girtin.

Kovara ‘News Week’ a amerîkî jî hişyarî da ku komên iraqî tev li êrişên li dijî hêzên amerîkî bibin.

‘ÎHTIMALEKE WEKÎ ŞERÊ KENDAVÊ YÊ DUYEMÎN HEYE’

Malpera Sky News a ku nirxandinên têkildarî senaryoyên muhtemel ên şerê di navbera Îsraîl û Îranê de parve kirine, diyar kir ku îhtimal e senaryoyeke wekî Şerê Kendavê yê Duyemîn ê di navbera Iraq û Koalîsyona Navneteweyî de rû bide.

Li gorî malperê dibe ku şer veguhere şerê hevalbendiyên navneteweyî, nemaze ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Çîn û Rûsya destwerdanê bikin.

Li gorî pirsporên leşkerî, heke şer rû bide, dibe wekî Şerê Kendavê yê Duyemîn be; destpêkê êrişî radaran, dûre balafirgeh û piştre cebilxaneyê bikin.

Malperê diyar kir ku destpêkê Îsraîl dê êrişî radarên Îranê bike, ji bo ku karîgeriyên wê yên keşfê û bersivdayînê betal bike. Dûre êrişî balafirgehan bike ji bo ku binesaziya balafirvaniya leşkerî ya Îranê wêran bike. Herî dawî jî cebilxaneyê bike hedef da ku karîgeriyên leşkerî yên Îranê qels bike da ku nekare şer berdewam bike.

Çavdêr jî ji berfirehbûna şer bi fikar in ku dibe hêzên din tev lê bibin û di encamê de zirar li ser asta cîhanê mezintir bibin.

(şx)