Erdogan serkêşê kujeran e - ZEKÎ BEDRAN

Erdogan serkêşê kujeran e - ZEKÎ BEDRAN
7 tebax 2024   10:35

Li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn divê ti gel baweriya xwe bi dagirker Erdogan-Bahçelî nînin, bi derewên wan nexapin. Çawa ku Îsraîl bi sûîqestên li dijî lîderên Hamasê dixwaze belav bike, Erdogan jê bêhtir li dijî tevgera Kurd dike.

Erdogan çawa ku li Lîbya û Qerebaxê kir, bi destwerdanê gef li Îsraîlê xwar. Weke ku tê zanîn Erdogan çeteyên xwe ji Sûriyeyê bir Lîbyayê, tevlî şerê navxweyî yê Lîbyayê kir, bû sedem ku şer dirêj û kûr bibe. Her wiha bi bikaranîna SÎHA'yên li ber destên xwe, êriş bir ser Qerebaxê ku parastina xwe nîne û kir ku ev herêm bikeve destê Azerbaycanê. Erdogan ku xwedî armancên dagirkeriya Osmanî ye, bi hêza ji van kiryarên xwe wergirtî rabû gef li Îsraîlê xwar. Piştî ku Îsraîliyan jî bersiv dan, çapemeniya wî rabûn kirin qareqar û gotin 'Îsraîl gefê li Tirkiyeyê dixwe'. Gelo di rastiyê de Erdogan gefê li Îsraîlê dixwe? Nepêkan e. Ev gotin û tevdan hemû ji bo raya giştî ya navxweyî ne. Erdogan dijminê Yahûdiyan e û xwedî armancên dagirkeriyê ye. Bi mejî û kesayetiya xwe ya bêrehm her cûre nebaşî jê tê. Ya ku li Kurdan tê kirin ne kêmî ya li Fîlîstîniyan têne kirin. Artêşa xwe bi ser xaka Iraq û Sûriyeyê ve ajot, hewl dide dagir û desteser bike. Armanca xwe jî qirkirina Kurdên li wê derê ye.

Tirkiye ku xwedî projeya qirkirinê ye, bêuman ne cihê baweriyê ye ku di asteke bilind de rexneyê li Îsraîliyan bike û gefê bixwe. Erdogan di hilbijartinên 31'ê Adarê de têk çû. Di polîtîkaya derve de jî, di armancên xwe yên dagirkeriyê de xitimî. Hêza xwe dît. Ji ber vê jî di serî de Îsraîl hewl da ku xwe nêzî welatên Ereb hemûyan bike, têkiliyên xwe sererast bike. Ji aliyê aborî ve Tirkiye aniye ber têkbirinê. Dixwaze herikîna pereyan pêk bîne. Di polîtîkaya Erdogan de maf û edalet nîne. Bi temamî xwe dispêre hêz û berjewendiyan. Ji ber vê jî gotinên ku xwe weke alîgirê mezlûman û Fîlîstîniyan nîşan dide bi temamî demagojî ye, ji bo polîtîkaya hundirîn e.

Muxalefeta Tirkiyeyê lawaz e. CHP tevî ku weke partiya yekemîn di hilbijartinê de bi ser ket jî hîn jî dide pey teriya Erdogan. Ozgur Ozel di polîtîkaya derve de dibêje em partiya Tirkiyeyê ne. Yanî weke ku piştgiriyê bide tîma futbolê piştgiriyê dide Erdogan, li kêleka polîtîkayên paşverû û dagirkeriyê disekine. Ji ber ku Tirkiye li Sûriyeyê xistiye nava çiravê rexneyan li Erdogan dike. Lê belê di mijara dijminatiya li Kurdan de tiştekî nû nabêje ku ev dijminatî sedema vê xitimandina Tirkiyeyê ye.

KUJER NIKARIN XWEDÎ LI MEZLÛMAN Û ŞERVANÊN AZADIYÊ DERKEVIN

Îlan nakin kuk artêşa xwe ji Sûriyeyê vekişînin. Birina artêşa Tirk li Iraqê û dijminatiya li gelê Kurd rexne nakin. Artêşa Tirk wê hîn çend salan li Iraqê bimîne? Maliyeta vê dagirkeriyê çi ye, vê yekê napirse, rexne nake. Napirsin bê çima bi Kurdan re li hev nakin, napirsin bê dijminatiya li Kurdan wê heta kengî dewam bike. Erdogan ku ji ber ku vê rewşa muxalefetê dibîne û pê zane ji bo bala gel ji polîtîkaya hundir û têkçûna xwe bibe cihekî din, dijminatiya li Kurdan û pirsgirêka Fîlîstînê dide pêş. Erdogan nikare gefê li Îsraîlê bixwe. Zane ku Îsraîl ne tenê Îsraîl e. Îsraîl tê wateya DYE û Ewropa. Ev hêz hemû bi Îsraîlê re ne. Erdogan wê bi çi gefê li Îsraîlê bixwe? Gelo wê bi ÎHA û SÎHA'yan gefê bixwe? Mirov tenê dikare bi vê bikene. Ti wateya van çekan li pêşberî parastina hewayî û teknîka Îsraîlê nîne. Ji xwe hemû balafirên li ber destê Tirkiyeyê malê DYE û Ewropayê ye.

Li gel vê yekê jî Erdogan çima dikeve atmosfereke bi vî rengî? Ji ber ku dijminatiya li Îsraîlê bandorê li girseyên olperest û neteweperest dike. Ji bo karibe van girseyan li aliyê xwe bihêle vê yekê dike. Bi rêya olê jî dixwaze Kurdan ber bi xwe ve bikişîne. Em timî dibêjin ku Erdogan pîvan, exlaq û qanûnê nas nake. Sûriye hilweşand. Febrîqeyên bajarên mîna Helebê jê kir û bir Tirkiyeyê. Berhemên dîrokî talan kir. Bi DAÎŞ'ê re bazirganiya petrolê kirin. Li hemberî Kurdan paqijiya etnîkî kirin. Qirkirin jî di nav de sûcek nema ku nekirin. Niha jî weke ku tiştek nebûye radibe ji Esad re dibêje em hevdîtinê bikin, li hev bikin. Wê ji bo çi li hev bikin? Ji ber ku têk çûye, nekariye Esad têk bibe, nekariye Kurdan bi temamî ji holê rake. Piştî ku plana xwe bi ser neket, ji bo tinekirina Kurdan dixwaze bi Esad re hevkariyê bike û vê yekê pêk bîne, belayên nû bîne serê Sûriyeyê.

Li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn divê ti gel baweriya xwe bi dagirker Erdogan-Bahçelî nînin, bi derewên wan nexapin. Ew mîna gurên bi postê berê ne. Çawa ku Îsraîl bi sûîqestên li dijî lîderên Hamasê dixwaze belav bike, Erdogan jê bêhtir li dijî tevgera Kurd dike. Bi SÎHA û sekvanên xwe li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê nêçira Kurdan dike, mirovan dikuje. Ji kujeran xwedîderketina li mezlûman û şervanên azadiyê nabe.