Rûsyayê 4 moşek û 11 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistin
Hêzên Rûsyayê li 2 herêman 4 moşek û 11 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistine xwarê.
Rûsyayê ragihand ku li asîmanê herêma Kursk û Rostov 4 moşek û 11 balafirên bêmirov xistine xwarê.
Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ragihand ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê 11 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li asîmanê Kurskê û 3 herêmên din ên Rûsyayê bê bandor kirine.
Berdevkê waliyê herêma Kursk a Rûsyayê Alexei Smirnov ragihand ku hêzên parastina hewayî 4 moşekên hêzên Ukraynayê li herêmê bê bandor kirine.
(şx)