Li Efrîna dagirkirî 4 welatî revandin

Komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 sivîl li Efrînê revandin ku ji wan 2 jinên ciwan ên astengdar in.

Li Efrîna dagirkirî 4 welatî revandin
5 sibat, 2024   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navên kesên hatine revandin ev in: Hesen Şêxo Bekir (58) ji gundê Guliya Jêrîn ê navçeya Recoyê, Mihemed Ismet Cemîl (45) ê ji gundê Guliya Jorîn ê heman navçeyê.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, çeteyan her du welatî birine navenda îşkenceyê ya îstixbaratê ya li navenda Recoyê.

Her wiha çeteyên El Emşat a dewleta Tirk a dagirker her du xwişkên astengdar Narîn (31) û Nazliye Mihemed Hemo (27) û dayika wan Xalîde Silêman di 31`ê Çileyê de revandibûn.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê parve kirine, her du xwişk astengdar in û ji aliyê çeteyên El Emşat ve hatine revandin, dema ji kantona Şehbayê vedigeriyan gundêxxwe Kurzîlê yê navçeya Şêrawayê û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

(şx)

ANHA