Şehîdên teqîna li Qamişloyê dê bên oxirkirin

Şêniyên Qamişloyê dê vê êvarê cenazeyê şêniya bi navê Xalîde Mihemed Şerîf û kurê wê Hejmar Ednan Silêman li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir bikin.

Şehîdên teqîna li Qamişloyê dê bên oxirkirin
29 tebax, 2024   13:13
QAMIŞLO

Duh li hember Navenda Poste û Peywendiyan a taxa Enteriye ya bajarê Qamişloyê seyareyek hundayî teqiy. Di encamê de şêniya bi navê Xalîde Mihemed Şerîf (45) û kurê wê Hejar Ednan Silêman (24) şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku mayîn bi seyareyê de teqiyaye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî duh daxuyanî dabû û diyar kiribû ku destê dewleta Tirk û çeteyên wê di teqînê de heye.

Şêniyên Qamişloyê dê vê êvarê cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a taxa Enteriye oxir bikin. Merasîma oxirkirinê saet di 17:00`an de dest pê dike.

(şx)

ANHA