Şênî sersaxiyê didin malbata Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman

Ji bo sersaxiyê şênî, dost û hevalên dayika Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman serdana malbata wan kir.

Şênî sersaxiyê didin malbata Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman
Şênî sersaxiyê didin malbata Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman
Şênî sersaxiyê didin malbata Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman
Şênî sersaxiyê didin malbata Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman
29 tebax, 2024   13:08
QAMISLO

Şêniyên Qamişloyê vê sibehê serdana konê sersaxiyê yê dayika Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman kir ku duh di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li taxa Enteriyê ya Qamişloyê de şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîdan a li taxa Enteriyê hatiye vedan. Hevalên dayik û kurê wê, malbat û dostên wan di sersaxiyê de amade bûn.

Di sersaxiyê de berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur sersaxî ji malbatê re xwest û destnîşan kir ku dayik û kurê wê, şehîdên rûmetê ne û wiha dom kir: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd dest ji welatê xwe berde, bila bizane gelê Kurd bi hebûn û çanda xwe dest ji azadiya xwe bernadin.”

Ferzende Munzur da zanîn ku tevgera azadiyê û hêzên leşkerî dê sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker bê bersiv nehêlin.

Îro saet di 18:00`an de li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan dayika Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman bi merasîmekê dê bên oxirkirin.

(sb)

ANHA