Şehîdên "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" bi toraneke leşkerî hatin bibîranîn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo bibîranîna şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku duh di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî navenda hêzan a li Qamişlo de şehîd bûne, toraneke leşkerî ya bi heybet li kampa Holî pêşkêş kir.

Şehîdên "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" bi toraneke leşkerî hatin bibîranîn
Şehîdên "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" bi toraneke leşkerî hatin bibîranîn
Şehîdên "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" bi toraneke leşkerî hatin bibîranîn
Şehîdên "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" bi toraneke leşkerî hatin bibîranîn
Şehîdên "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" bi toraneke leşkerî hatin bibîranîn
Şehîdên "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" bi toraneke leşkerî hatin bibîranîn
3 sibat, 2024   19:01
HESEKÊ

Toran ji aliyê endamên hêzên operasyonan ên Hêzên Ewlekaruya Hundirîn ve hat pêşkêşkirin. Di toranê de rêvebera Kampa Holê Cîhan Henan, endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Cizîrê Mehmûd El Hisên û endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Operasyonan Hesen Elî beşdar bûn.

Duh di encama êrişa balafira bîmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Meheta ya Qamişloyê de 4 endam şehîd bûn. Navên şehîdan wiha ne; Ebduselam Fewaz El Ehmed, Mihemed Yûsif El Seîd, Yamin Mihemed Şedad û Rebah Hisên El Ehmed.

Ew herçar şehîd di qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ de ya ku di 27'ê Çileyê de li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Kampa Holê dest pê kiriye, beşdar bûbûn.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji Kampa Holê berê xwe da navenda xwe ya li Qamişloyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hedefgirtina wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê wateya destekdayîna wê ji çeteyên DAIŞ'ê re.

Mehmûd El Hisên wiha axivî: "Pêwîst e em di van rewşan de amade bin. Hedefgirtina hêzên me yên ku di qonaxa sêyemîn a 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' de cih girtibûn, peyameke rasterast e."

El Hisên diyar kir ku ew ê pêkanîna erkên xwe yên parastina ewlehî û aramiya herêmê bi îsrareke mezin bidomînin.

Hesen Elî jî soza domandina têkoşînê li ser şopa şehîdan nû kir û destnîşan kir ku ev êriş îsrar û îradeya wan lewaz nakin.

(mh)

ANHA