Li Kobanê şahiya îmzekirina berhemên Dîwana Wêjeyê li dar ket

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê şahiya îmzekirina pirtûkan li dar xist.

Li Kobanê şahiya îmzekirina berhemên Dîwana Wêjeyê li dar ket
Li Kobanê şahiya îmzekirina berhemên Dîwana Wêjeyê li dar ket
Li Kobanê şahiya îmzekirina berhemên Dîwana Wêjeyê li dar ket
Li Kobanê şahiya îmzekirina berhemên Dîwana Wêjeyê li dar ket
Li Kobanê şahiya îmzekirina berhemên Dîwana Wêjeyê li dar ket
Li Kobanê şahiya îmzekirina berhemên Dîwana Wêjeyê li dar ket
3 sibat, 2024   19:05
KOBANÊ

Di şahiyê de rewşenbîr û nivîskarên bajarê Kobanê beşdar bûn. 

Di şahiyê de endamê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Eloş bixêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku çapkirina 5 pirtûkan di warê pêşxistina wêjeyê û modernîteya wê de gaveke girîng e.

Eloş wiha domand: "Ji bo pêşxistina asta wêjeyê pêwîst e her kes bi taybetî ciwan di çalakiyên wêjeyî de beşdar bin."

Piştre nivîskaran naverokên berhemên xwe ji beşdaran re şîrove kirin.

Di dawiya şahiyê de stran ji aliyê hunermend Stêrvan Bozan ve hatin gotin, pirtûk hatin îmzekirin û li beşdaran hatin belavkirin.

Pirtûkên ku hatine îmzekirin romana Celal Remî "Mehkûmûn Bil Mewt Mucededen" ya bi zimanê Erebî, "Bi şev tên gotin" a Zîlan Hemo, "Rûpelên ji Berxwedana Kobanê" ya Gêlo Îsa, "Hestên Serjêkirî" ya Sewsen Şêx Bekir û "Wêjeya zarokan û çîrok" a Evîn Teyfûr.

(mh)

ANHA