Şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo hatin bibîranîn

Şaredariya Gel a Qamişlo û Meclisa Malbatên Şehîdan şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo hatin bibîranîn
11 adar, 2024   22:07
QAMIŞLO

Di salvegera 10'emîn de Şaredariya Gel a Qamişlo û Meclisa Malbatên Şehîdan bi çalakiyekê şehîdên komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê li Şaredariya Gel a Qamişlo pêk aniye bi bîr anîn.

Beşdarên çalakiyê serdana gorên şehîdan a li Pakrewangeha Şehîd Saroxan kir û li wir cîgirê hevseroketiya Şaredariya Gel a Qamişlo Mejdel Betal daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de êrişa terorî ya li dijî Şaredariya Qamişlo ya ku bi destê hêzên kîndar di serî de dewleta Tirk a dagirker ve hatiye pêkanîn hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan û domandina têkoşînê heta pêkanîna armancên wan hat dayîn.

(mh)

ANHA