Çeteyên Tirkiyeyê êrişî nuqteyên Şamê kirin

Di êrişên hewayî û bejahî yên hêzên Şamê û çeteyan li bakurê rojavayê Sûriyeyê de, kuştî û birîndar çêbûn.

Çeteyên Tirkiyeyê êrişî nuqteyên Şamê kirin
11 adar, 2024   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ û yên ˊTurkistanîˊ li dijî hêzên hikumeta Şamê li Tufahiyê ya gundewarê Laziqiyê êriş pêk anî. Hemwextî wê her du aliyan hev topbaran dikir.

Hêzên Şamê jî gundê Keferteal ê rojavayê Helebê topbaran kir. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Balafireke bêmirov a xwekuj li dijî gundê Xirbet Naqûs êrişek pêk anî. Her wiha 2 balafirên bêmirov ên xwekuj li dijî 2 nuqteyên çeteyan li Kensefra li gundewarê Idlibê êriş pêk anîn.

Balafireke bêmikrov a xwekuj a hêzên Şamê li gundê Kefer Nûran ê rojavayê Helebê kesekî li ser traktorê bombebaran kir û kuşt.

(mh)