Niştecihkirina koçberên Ereb li Kerkûkê hate betalkirin

Biryara tomarkirina navên koçber û welatiyên ji deverên din ên Iraqê hatine bajarê Kerkûkê wek niştecihên Kerkûkê li dezgehên fermî hate betalkirin.

Niştecihkirina koçberên Ereb li Kerkûkê hate betalkirin
11 adar, 2024   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên borî de bi hewldanên berpirsên Ereb yên şovenîst yên Kerkûkê, di çarçoveya berdewamkirina plana erebkirinê de deriyê hawirdekirina Erebên derdora Kerkûkê, Iraqê bo nav bajarê Kerkûkê, tomarkirina wan li dezgehên fermî û niştecihkirina wan hate vekirin.

Serokê Fraksiyona Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye Rêbwar Teha, der barê vê de bi belge arasteyî dezgehên fermî kir û ragihand û tê de wiha hate gotin; “Têkildarî agahiya tomarkirina navên koçber û welatiyên ku li deverên din ên Iraqê hatine nav bajarê Kerkûkê û wek niştecihên Kerkûkê li dezgehên fermî xebitîn, em ji hemû aliyan re zelal û eşkere dikin ku piştî têkiliyên me yên bi Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê  rêzdar Îvan Fayeq re û parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî re, biryara tomarkirina koçber û welatiyên deverên din ên Ereban hatiye rawestandin.”

Her wiha got; “Em li vir ji hemû aliyan re radigihînin ku biryarên bi vî awayî pêwîst e bi şêwirî, gotûbêj û guftûgoyan li gorî tedbîrên yasayî û destûrê bin. Ji derveyî vê bi tu şêweyî kar pê nayê kirin, ji ber ku ne yasayî û ne destûrî ye.”