Şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ya li bajarê Qamişloyê 6 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê; Cûma Xelîl (Bavê Teyar), Kêfo Osman û Ekrem Rexo, Menîce Heyder,  Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm ên di 18'ê Çileya 2025'an şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
Şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn
19 ÇILE, 2026   15:46
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê li bajarê Qamişlo ji bo 6 şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê; şanoger Cûma Xelîl (Bavê Teyar), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman û Ekrem Rexo, hevseroka Ofisa Partiya Yekitiya Demokratik a Qamişloyê Menîce Heyder û endamên Meclisa Qamişloyê Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm ku di 18'ê Çileya 2025'an de dema ku nobedariya Bendava Tişrinê dikir di êrişa artêşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de malbatên şehîdan, şanoger, sazî û komên hunerî û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û hemû şehîdên ku li Bendava Tişrînê canê xwe feda kir, bi bîr anîn û anî ziman ku çi qas di şexsê van her şeş şehîdan de biaxivin, gotin û wesifdanîn dê kêm bimîne.

Şanoger Hejar Remo jî axivî û diyar kir ku şehadeta hevreyê wî Cûma Xelîl qet ji bîra wan neçûye, her wiha Cûma Xelîl her tim ew fêrî berxwedan û têkoşînê kir û hezkiriyê azadiyê û yekitiya gelê Kurd bû.

Hejar Remo da xuyakirin ku Cûma Xelîl di nava hemû berxwedanan de cihê xwe digirt û digot “qelenê welat ne erzan e”.

Hevserokê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê Xelîl Tehlo jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku gelê Kurd bi berxwedan û parastina xaka welatê xwe dîrokek nivîsand, şehîd Cûma Xelîl û hevalên wî ji bo azadî û aştiyê têkoşîn kirin heya gihaştin asta şehadetê û ew ê xwedî li keda şehîdan derkevin.

 (re)

ANHA