Li derdora girtîgeha Şedadê pevçûnên dijwar

QSDˊê ragihand ku li derdora girtîgeha Şedadê ya başûrê Hesekê ya kantona Cizîrê ku tê de bi hezaran çeteyên DAIŞˊê hene êrişeke dijwar rû dide.

Li derdora girtîgeha Şedadê pevçûnên dijwar
19 ÇILE, 2026   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku "Di navbera hêzên me yên parastina girtîgehê û komên çekdar de li derdora girtîgeha Şedadê ya başûrê Hesekê ku tê de bi hezaran çeteyên DAIŞˊê hene, pevçûnên dijwar rû didin. Ev êriş digel rewşa ewlehiyê ya xeternak de pêk tên."

(fr)