Şehîdên Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê li Reqayê hatin bibîranîn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Reqayê di merasîma bîranîna şehîdên Akademiya Şehîd Nesrîn a Têkoşîna li dijî Hişbirê de, soza domandina têkoşînê da.

Şehîdên Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê li Reqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê li Reqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê li Reqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê li Reqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê li Reqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê li Reqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê li Reqayê hatin bibîranîn
9 cotmeh, 2025   10:56
REQA

Duh salvegera 2’yemîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Akademiya Şehîd Nesrîn a Têkoşîna li dijî Hişbirê bû ku di encamê de 22 endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê şehîd bûbûn û 28 jî birîndar bûbûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kantona Reqayê ji bo bîranîna şehîdên akademiyê duh êvarî merasîmek li dar xist. Merasîm li Çerxerêya Şehîdan a bajarê Reqayê bi amadebûna rêveber û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, fermandarên Meclisa Sivîl a Reqayê û endamên saziyên sivîl hat lidarxistin.

Di bîranînê de ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Salih daxuyaniyek xwend.

El Salih şehîdên Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê bi bîr anîn û got: "22 lehengên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Têkoşîna li dijî Hişbirê, dema amadekariya erka xwe ya nîştimanî ya parastina civakê ji xetereya hişbirê dikirin, di êrişek nemerdane de şehîd bûn."

Ehmed El Salih diyar kir ku hedefkirina hevalên wan ne tesaduf bû, lê hewldanek ji bo lawazkirina xebatên têkoşîna li dijî hişbirê bû û diyar kir ku hişbir nexweşiyeke ku îradeya gelan têk dibe û ewlehiya welatan xirab dike.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Mûh jî got: "29 findan bi fîzîkî ji nav me bar kir. Lê dê wek mîrateyeke zindî bimînin."

Di dawiya merasîmê de mûm li ber wêneyên şehîdan hatin pêxistin.

(bb)

ANHA