Li Reqayê şebekeyeke diziyê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê 7 kesên endamên şebekeyeke diziyê destgîr kirin. Hate zanîn ku şebekeyê ji bo diziyê zarok bi kar anîne.

Li Reqayê şebekeyeke diziyê hate girtin
9 cotmeh, 2025   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand k udi 2’yê Cotmehê de şebekeyeke diziye têk birine û 7 gumanbar destgîr kirine.

Li gorî daxuyaniyê, şebekeyê ji bo diziyê zarok bi kar dianîn.

Her wiha hate diyarkirin ku buhayê kel û pelên şebekeyê dizîne giran e û kesên hatine destgîrkirin ji bo tedbîrên qanûnî ji Dozgeriya Giştî re hatine şandin.