Şehîdê Aştî û Demokrasiyê: Sirri Sureyya Onder

Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisa Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder ku di 15’yê Nîsanê de qrîza dil derbaz kir, piştî 18 rojan, li nexweşxaneya Floransa Nightingale ya lê dihate dermankirin, di temenê 62 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û bû Şehîdê Aştî û Demokrasiyê.

Şehîdê Aştî û Demokrasiyê: Sirri Sureyya Onder
3 gulan, 2025   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Sirri Sureyya onder di dîroka dawî ya Tirkiyeyê de kesayetiyek siyasî derket pêş, jiyan xwe di oxira aştî û demokrastiyê de feda kir. 

Sirri Sureyya Onder  Tirkmene bû,  jiyana xwe tevahî ji bo aştî û pêkvejiyana gelan da . Li kêleka siyasetê, bi rêya hunera rexneyî li ser hişyarkirina gelên Tirkiyeyê kar kiriye. Serokwekîlê Meclisa Tirkiye û Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bû.

SİRRİ SURREYA ONDER KÎ YE?

Sirri Sureyya Onder di 7’ê Tîrmeha 1962’an de li bajarê Semsûrê yê Bakûrê Kurdistanê di malbateke bi eslê xwe Tirkmen de ji dayik bûye.

Bavê wî endamê Sendîkaya Karkeran bû û di xebata civakî de kesayetiyek çalak bûye. Ji ber vê pêşveçûna karê siyasî yê Sirri Surreya Onder di temenekî ciwan de zemîn xweş kir. Xwendina xwe ya destpêkê li bajarê Semsûrê kiriye û diplomaya çapemenî û weşanê ya Zanîngeha Enqereyê bidest xistiye.

Onder di temenê xwe yê ciwaniyê de û di sala 1976’an de li Semsûrê bi dîtina Rêber Apo nas dike. Ji wî demê heta niha bi tevgera siyasî ya Kurd re û guherîneke girîng bû di pêkanîna nasnameya siyasî di salên paşê de.

Piştî Derbeya 12’yê Îlona 1980’yê, ji ber çalakiyên xwe yên siyasî tê girtin û gelek salan di zindanê de dimîne, îşkenceyek zêde lê tê kirin. Salên zindanê îradeya wî ya siyasî di jiyana wî de xurtir kir.

JIYAN Û TÊKOŞÎNA SİRRİ SUREYYA ONDER

Sirri Sureyya Onder di dirêjahiya jiyana xwe de di nav xebatên siyasî de bûye. Ev yek di jiyana wî de û di berhemên wî yên hunerî de xwe daye der. Lê hatina wî ya nav siyasetê bi awayekî aktîf di hilbijartinên giştî yên sala 2011’an de li Stenbolê destpê kiriye, wek namzetekî serbixwe ku ji aliyê Rêxistina Karkeran û Demokrasî û Azadiyê ve dihat piştgirîkirin, wek endamê parlamentoyê hat hilbijartin.

Sirri Sureyya Onder Yek ji damezrênerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye. Di hilbijartina dawî de jî wek endamê DEM Partiyê karî baweriya gel bidest bixe û bibe parlamenter û piştre bû Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê.

Sirri Sureyya Onder bi bikaranîna henek û rexnekirinê di gotarên xwe de bi awayekî hemdem, çalakane têkoşîn ji bo pirsgirêkên wek pirsgirêka Kurd, mafê karkeran, azadiya rojnamevaniyê, mafê jinan û pirsgirêka ekolojiyê kiriye. Wek kesayetiyekî cuda di qada siyasî de bi helwesta piştgirîkirina gel û bindestan derketiye pêş.

Di heman demê de li dijî hemû neheqî û bêzagoniyên welat ew pêşengê dengên nerazî bûye û ji ber vê sedemê jî gelek caran bedeleke giran daye.

Sirri Sureyya Onder di heman demê huner û sînemayê de jî xwedî ezmûnên bêhempa ye û gelek caran peyamên xwe bi rêya kurtefilm, çîrok, û fîlmên sînemayî pêşkêşî civakê kiriye û di hunera xwe de bi awayê rexneyî hewl daye ku hişyariyê li Tirkiyeyê belav bike.

SİRRİ SUREYYA ONDER Û PÊVAJOYA DANÛSTANDİNÊ

Sirri Sureyya Onder roleke çalak di vê pêvajoyên çareseriyê de leyîstiye. Bi taybetî ku di sala 2013’an de pêvajoya çareseriyê destpê kir, beşdarî hevdîtinên rasterast yên li Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re bû, lewra jî bû yek ji aktorên girîng yên pêvajoya çareseriyê.

Di vê pêvajoyê de, netenê wek navbeynkarek, lê belê wek kesayetiyek wisa tevgeriya ku hewl dida zemînê civakî ji bo aştiyê ava bike. Her wiha di Newroza Amedê ya sala 2013’an de peyama dîrokî ya Rêber Apo ji milyonên beşdarên Newrozê re xwend, bû yek ji kesayetiyên bûye sembol yên pêvajoyê.

Herwiha di sala 2025’an de dema ku dewleta Tirk careke din daxwaza pêvajoya çareseriyê kir, vê carê Sirri Sureyya Onder helwesteke serbixwetir nîşan da. Têkilî bi hemû çîn û qatên civakê re danî û wek balyozê aştiya sivîl tevgeriya.

ONDER BÛ ŞEHÎDÊ AŞTÎ Û DEMOKRASİYÊ

Sirri Sureyya Onder gelek salan di girtîgehên dewleta Tirk de hatibû ragirtin û di pêvajoya di girtîgehê re li rastî gelek êşkence, neheqiyên zêde yên nav girtîgehê hat, bandor li ser tenduristiya wî kir.

Lewra ji sala 2020’an û pê ve bi temamî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê li ser wî xwe dan der. Bi taybetî jî pirsgirêkên bêhndanûstandin û pirsgirêka dil bi wî re derket.

Sirri Sureyya Onder rûxmê hemû zehmetiyan jî karê xwe neda seknandin bi serdana şandeyan, pêşkêşkirina semîner û kursên taybet di nav zanîngeh û rêxistinên civaka sivîl ya Tirkiyeyê de, kar li ser banga sedsala ya Rêber Apo kir.

Sirri Sureyya Onder di 15’yê Nîsana  2025’ê an de krîza dil derbas kir û bi lezgîn ew ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Rewşa tenduristiya Onder li hindir û derveyî Tirkiyê bandoreke mezin çêkir.

Tevî ku doktorên ew emeliyat kirine û ew tedawî dikirin diyar dikirin ku pêvajoya metirsîdar piştî krîza dil bi serketî derbas bûye, bersivek erênî dide tedawiyê jî, rewşa Onder xirabtir bû.

Endamê Şandeya Îmraliyê, Parlementerê Partiya Wekhevî, Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisa Tirkiye Sirri Sureyya Onder piştî tedawiya 18 rojan, îro (03.05.2025) li nexweşxaneya Floransa Nightingale ya lê dihate dermankirin, di temenê 62 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û bû Şehîdê Aştî û Demokrasiyê.

(he)