DEM Partiyê hemû bernameyên xwe betal kir

Hevserokên DEM Partiyê, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî û Koma Meclisê hemû bernameyên xwe betal kirin û ji bo sersaxiya Sirri Sureyya Onder ber bi Stenbolê ve bi rê ketin.

DEM Partiyê hemû bernameyên xwe betal kir
3 gulan, 2025   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, endamên MYK’ê, Koma Meclisê civîna MYK’ê ya bê lidarxistin û hemû bernameyên xwe betal kirin û ji bo sersaxiya Sirri Sureyya Onder ber bi Stenbolê ve bi rê ketin.

Hat diyarkirin ku derbarê sersaxî û merasîma cenaze de wê agahî piştre bên parvekirin.