YRA: Divê rojnamevan werin parastin û sûcdar bên cezakirin

YRA’yê di Roja Azadiya Çepemeniyê ya Cîhanê bang li rêxistinên navndewletî kir ku parastina rojnamevanan bikin û rê li pêş dubarebûna binpêkirinan biirin, her wiha hesab ji hemû aliyên êrişên rojnamevanan dikin, di serî de dewleta Tirk  a dairker bixwazin.

YRA: Divê rojnamevan werin parastin û sûcdar bên cezakirin
3 gulan, 2025   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya Roja Azadiya Çepemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di sala 1993’yan de, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, di biryarnameya Kongreya Giştî ya UNESCO de roja 3’yê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê destnîşan kir. Ji wê rojê ve, li piraniya welatên cîhanê ev roj tê pîrozkirin.

Tevî ev 32 sal in, ev roj wekî roja azadiya çapemeniyê hatiye pênasekirin, lê hîn jî li gelek welatên cîhanê rojnamevan li ber çavên hemû kesî têne kuştin, girtin û rastî gef û êşkenceyan tên. Welatên Rojhilata Navîn, ji cihên herî zêde ku azadiya çapemeniyê lê têne binpêkirin. Me di şerên Lubnan û Filistînê de jî dît, çawa hejmarek rojnamevan hatin kuştin. Li welatên me Suriyayê jî rewş zêde ne cûda ye.

Ev rewş beriya hilweşîna rejîma Baas ku di dawiya sala 2024’an de pêk hat, Suriyayê cihekî ku herî zêde rojnamevan rastî kuştin, girtin û êşkenceyan dihatin, dihat naskirin. Tenê di sala 2024’an de 8 rojnamevan di encama êrişên aliyan de canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.

Di dawiya salê de, rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn li Bendava Tişrînê bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hatin şehîdxistin. Di destpêka sala 2025’an de jî, rojnamevan Egîd Roj bi heman rêbazî li heman herêmê bû hedefa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk û şehîd bû.

Di heman demê de û tevî rewşa siyasî ya li Suriyayê hate guhertin û rejîma Baas hilweşiyaye, hîn jî, rojnaemvan di bin gefa metirsî û xeteriyan de ne. Rê nayê dayîn rojnamevan bûyer û sûc û binpêkirinên li ser xaka Suriyayê têne kirin bişopînin û belge bikin. Hîn gelek rojnamevan di bin navên cûda de, di bin metirsî û gefan de ne. Hîn jî rê nayê dayîn saziyên ragihandina azad ên li Bakur û Rojhilatê Suriyayê ji destpêka şoreşê dixebitin, li paytext û parêzerên din ên Suriyê kar bikin. Lewma divê Hikumeta Veguhêz ya Suriyayê dest ji van siyasetên xwe yên astengkirina xebatên ragihandinê rawestîne.

Em wekî Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) di dema em vê rojê li tevhî hevalên xwe yên rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê pîroz dikin, em hemû hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bibîr tînin. Em soza xwe ya şopandina rêya wan, careke din dubar dikin.

Di heman demê de, ji sazî û dezgehên navdeweltî yên ji bo azadiya çapemeniyê tev digerin daxwaz dikin ku erka xwe pêk bînin, da ku rojnamevan careke din neyên tunekirin. Gerek ev roj bibe wesîleyek ku hesab ji hemû aliyên êrişên rojnamevanan dikin û di serî de dewleta Tirk ku Nazim, Cîhan û Egîd jî di nav de heta niha 17 xebatkarên ragihandinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê karê ragihandinê dikirin, şehîd kirine, bê xwestin. Bi dayîna daxuyaniyan tenê sûcdar êrişên xwe ranawestîne, lewma gerek di zûtirîn dem de, dewleta Tirk û hemû kujerên xebatkarên çapemeniyê werin darizanin."

(fr)