Şehîd Zelal Zagros li ser gora xwe hate bibîranîn

Têkoşer, şoreşger û pêşenga jinên Kurd Zelal Zagros (Firyal Xalid) di salvegera şehadeta xwe ya yekemîn de ,li ser gora xwe hat bibîranîn.

Şehîd Zelal Zagros li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Zelal Zagros li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Zelal Zagros li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Zelal Zagros li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Zelal Zagros li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Zelal Zagros li ser gora xwe hate bibîranîn
18 ÇILE, 2025   17:55
HASEKÊ

Têkoşer, şoreşger û pêşenga jinên Kurd Zelal Zargos (Firyal Xalid) dema ji bo hevdîtina li gel rêxistinên jinan çûbû Başûrê Kurdistanê, 18ˈê Çileya 2024ˈan di êrişeke suîqastê ya îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker de hatibû qetilkirin.

Şehîd Zelal Zagros îro ji aliyê malbata xwe ve li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê girêdayî bajarê Hesekê li ser gora xwe hat bibîranîn.

Di bîranînê de endama Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê Cîhan Xalid axivî.

Cîhan Xalid da zanîn ku dîroka jiyana şehîd Zelal mîna ya Sakîne, Fîdan û Leylayan e û destnîşan kir ku ne pênûs, ne jî pirtûk dikarin heqîqeta jiyana wê biteyîsînin.

Cîhan Xalid di berdewama axafttina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û diyar kir ku îro jî, li dijî gel êrişên hovane hatin kirin, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Cîhan Xalid di dawiya axaftina xwe de got: “Wê dijmin tu carî negihîje armancên xwe, yên ku bighîjin armancên xwe, fikir û felsefeya van şehîdan in. Heya damarê canê me lêbixe em ê li pey şehîdên xwe bin."

(bm/fr)

ANHA