Çeteyan 100 kes li Serêkaniyê revandin

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî de, 100 welatî revandin.

Çeteyan 100 kes li Serêkaniyê revandin
18 ÇILE, 2025   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî deverên dagirkirî didomînin. Girêdayî wê çavkaniyên ji hundirê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî da zanîn ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ji duh ve li bajêr dest bi revandina welatiyan kiriye.

Çavkaniyan diyar kir ku nêzî 100 welatî ji duh ve hatine revandin û heta îro jî revandin didome.

Çeteyan îdia kir ku ew yek li dijî bazirganên hişbirê ye. Lê belê çavkaniyan destnîşan kir ku ew kesên ku hatine revandin, piştî ketina rejîma Baas di encama zexta gel a li dijî çeteyan de hatibûn berdan, niha jî dîsa tên revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku hişbir li bajêr êdî wekî hemû tiştên din ên asayî berdest in, nexasim ku çete û serçete bazirganiya wan dikin.

Di roja 8'ê Kanûna 2024'an de şêniyên bajêr û malbatên ku tê de bi cih bûne êrişî girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li bajêr kiribû û di encamê de hin kesên binçavkirî û revandî ji aliyê çeteyên "Polîsa Leşkerî" ve hatin berdan.

Li hemû deverên dagirkirî yên din ên bakurê Sûriyeyê rewşeke bêaramî û tunebûna ewlehiyê serwer e ku sûcên kuştin, talanî, dizî û tecawizê rojane li dijî welatiyan tên pêkanîn.

(mh/fr)

ANHA