Şehîd Elî Subaşî di çilrojiya xwe de hat bibîranîn

Endamê PYD′ê şehîd Elî Subaşî di çilrojiya xwe de li bajarokê Aurich ê Almanyayê hat bibîranîn.

Şehîd Elî Subaşî di çilrojiya xwe de hat bibîranîn
4 kanûn 2023   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Edamê PYD′ê şehîd Elî Subaşî di çilrojiya xwe de li bajarokê Aurich ê Almanyayê hat bibîranîn. Di merasîmê bîranînê de bi dehan Kurd, malbat û hevrêyên şehîd Elî Subaşî û endamên PYD′ê amade bûn.

PYD′ê 12′ê Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku endamê wan Elî Sobaşî 27′ê Cotmeha 2023′yan şehîd bûye. Di daxuyaniyê de hatibû gotin: “Bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê re Elî Subaşî ji Bakurê Kurdistanê hat Rojava û li hemberî DAIŞ′ê şer kir. Piştî têkbirina DAIŞ′ê jî tev li nava Partiya Yekitiya Demokratîk bû û heta dawiyê têkoşîna azadiyê domand.”

Her wiha hatibû diyarkirin ku şehîd Elî Subaşî ku di encama îşkenceyên hovane yên dewleta Tirk de rewşa wî xirab bûbû û li nexweşxaneyeke Hesekê şehîd bû.

(bb)

ANHA