Îran piştî kuştina 2 şêwirmendan gefa bersivdayînê xwar

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, piştî kuştina 2 şêwirmendên Îranê di êrişa Îsraîlê de, gef xwar ku dê bersivê bide êrişên li dijî berjewendiyên Îranê yên li Sûriyeyê.

Îran piştî kuştina 2 şêwirmendan gefa bersivdayînê xwar
4 kanûn 2023   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kananî têkildarî kuştina 2 endamên Pasdarên Îranê di êrişeke Îsraîlê de, got: “Her du endam, şêwirmendên leşkerî bûn li Sûriyeyê. Tehran dê bersivê bide êrişên li dijî berjewendiyên wê yên li Sûriyeyê.”

Kananî diyar kir ku êrişên li dijî berjewendî û hêzên Îranê li Sûriyeyê dê bê bersiv nemînin.

Dezgehên çapemeniyê yên fermî yên Îranê ragihandibû ku 2`yê Mijdarê 2 endamên Pasdarên Îranê ku li Sûriyeyê şêwirmendên leşkerî bûn, di êrişeke Îsraîlê de hatine kuştin.

(şx)