Milîsên HBDH'ê li Stenbolê wesayita polîsan xistin

Milîsên HBDH'ê li Esenyûrt a Stenbolê li hemberî wesayiteke zirxî ya polîsan bi bombeyan destan çalakî kirin.

Milîsên HBDH'ê li Stenbolê wesayita polîsan xistin
4 kanûn 2023   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Milîsên Dîlan Kortak ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê li Stenbolê li hemberî wesayiteke polîsan çalakî kirine.

daxuyanî wiha ye:

"Weke Milîsên Dîlan Kortak ên HBDH'ê me li Esenyûrtê li hemberî wesayiteke polîsan a zirxî bi bombeyên destan û bombeyên deng çalakî kirin. Dijminê faşîst ê bi panîkê ket ji qada çalakiyê reviya."

HBDH'ê diyar kir ku wan çalakî ji bo silavkirina greva birçîbûnê  lidarxistin û milîsên wan bi rengekî serketî ji qadê çûn.