Piştî 13 salan ava Firatê gihaşt bajarê Şedadê

Şaredariya Gel a Şedadê ya kantona Cizîrê, bi armanca çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ku 13 sal e ji ser bajêr qut bûye, av ji çemê Firatê gihand stasyona avê ya bajêr.

Piştî 13 salan ava Firatê gihaşt bajarê Şedadê
Piştî 13 salan ava Firatê gihaşt bajarê Şedadê
Piştî 13 salan ava Firatê gihaşt bajarê Şedadê
Piştî 13 salan ava Firatê gihaşt bajarê Şedadê
Piştî 13 salan ava Firatê gihaşt bajarê Şedadê
Piştî 13 salan ava Firatê gihaşt bajarê Şedadê
Piştî 13 salan ava Firatê gihaşt bajarê Şedadê
6 ÇILE, 2025   14:57
QAMIŞLO

Ji ber xirabûna şebekeya avê, ev 13 sal bû ku ava vexwarinê nadigaşt bajarê Şedadê. Ji bo çareseriyeke mayînde ya pirsgirêka ava vexwarinê, Şaredariya Gel a Şedadê di Cotmeha sala borî de dest bi projeya nûjenkirina şebekeya avê ya bajêr, bi dirêjahiya 60 kîlometre, kir.

Saziya Avê piştî 13 salan ava vexwarinê ji çemê Firatê gihand bajêr.

Wek destpêk piştî xebatên ku meh û nîvekê dom kirin, niha ava vexwarinê ji çemê Firatê gihaşte stasyona avê ya bajêr.

Rêveberê Saziya Avê ya Şaredariya Gel Hemed El Şaban da zanîn ku di rojên pêş de dê xebatên sererastkirina şebekeyên malan li taxên bajarê Şedadê bê kirin û piştî ku ev yek bi dawî bû, dê xebat bê kirin ku ava Firatê bigihînin gundên derdorê. Li gorî Şaban di nava meh û nîvekê de dê ev xebat bi dawî bibe.

(k)