Şehîd Ehmed Kerkûkî di çil rojiya şehadeta xwe de hate bîranîn

Li bajarê Kerkûkê bi amadebûna kesayetên bajêr merasîma çilrojiya şehîd Ehmed Kerkûkî hate lidarxistin.

Şehîd Ehmed Kerkûkî di çil rojiya şehadeta xwe de hate bîranîn
12 adar, 2026   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hola Çand û Hunerê ya Kerkûkê bi amadebûna kesayetên ji beşên cuda yên bajêr, bi boneya çil rojiya şehîd Ehmed Kerkûk ku di dema seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê de li bajarê Hesekê şehîd bû, merasîmek hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan destpê kir. Piştre li ser navê malbatên şehîdên Rojava, Wehab Ehmed gotarek pêşkêş kir û qala rol û giringiya şehîdan di parastina netew û gelê xwe de kir.

Piştre Waliyê Kerkûkê Rêbwar Teha jî axivî û behsa lehengî û şoreşgeriya Şehîd Ehmed kir. Paşê, gotarek hevbeş ya aliyên siyasî yên Kerkûkê ji aliyê berpirsê duyem ê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Rewend Mela Mehmûd ve hat xwendin û behsa qehremaniya şehîd Ehmed kir ku ji bo parastin û bergiriya ax û gelê Rojavayê Kurdistanê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.

Gotarek ji aliyê Kerîmî Eleke ve ji bo beşdarvanan hate pêşkêşkirin. Û li ser jiyana şehîd Ehmed Kerkûkî sînevîzyonek hate temaşekirin.

Hêjayî gotinêye ku bi berfirehbûna êriş û dagirkeriya çeteyên HTŞ-DAIŞ û dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê, Ehmed Kerkûkî wek ciwaneke yê Kurd ê leheng yê bajarê Kerkûkê, hemû sînorên bi dest hatî çêkirin hilweşand û xwe gihande berxwedana dîrokî ya Rojavayê Kurdistanê. Ehmed Hêmin Omer li gel komeke ciwanên azad û welatparêz yê bajar, 20’ê Çileyê tevlî seferberiya li Rojava bûn. Li gorî daxuyaniya Komîteya Seferberiya Rojavayê Kurdistanê roja 27’ê Çileyê li eniyên berxwedanê li bajarê Hesekê şehîd bû.