Berxwedana li dijî dagirkeriye didome

 Berxwedana gelê bakurê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriye di roja 7’an de didome.

Berxwedana li dijî dagirkeriye didome
10 mijdar, 2024   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi fermana Wezareta Karên Hundir di 4’ê Mijdarê de şaredariyên bajarê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên bakurê Kurdistanê di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dagirkir. piştî dagirkirina qeyûman dest pê kir lê gel bi tevî êrîşên polîsan jî têkoşîna xwe didomîne. 

ÊLIH

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Platforma Jinan a Edeneyê, Hevşaredarên Navçeyên Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA) Dayikên Aştiyê, Parlamenterên DEM' Partiyê, Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonûk û Yeşîl Işik û bi sedan kesî ji Parka Yilmaz Guneyê ber bi xaçerêya Basinê meş tê lidarxistin.

Di meşê de dirûşmên "Qeyûm bicihem", "Batman ranezê li îradeya xwe xwedî derkeve", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bê Serok jiyan nabe" tên berzkirin.

RIHA

Girseya gel danê sibehê li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî li hev civiya û pankartên bi Tirkî û kurdî "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Qeyûm demokrasî" daliqandin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar, Hevşaredarên Xelfetiyê ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, Rêxistinên bajar û navçeyên Riha yên DEM Partiyê  û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

 Polîsan bi hinceta biryara walîtiyê û pankart hatine daliqandin gefa mudaxeleyê li girseya ku di saetên sibehê de kom bû xwar. Girseyê bertek nîşanî polîsan da û got, "Divê hûn biryara ku hatiye girtin nas bikin" û diyar kirin ku qeyûm bêhiqûqî ye û şaredarî desteser kiriye.

 GEFA POLÎSAN

 Kesekî ji girseyê diyar kir ku polîs qanûnan nas nakin û got ku polîsan îşkence li welatiyên binçav kirine kiriye. Polîsan jî got “rapora îşkenceyê li ku ye?” Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram li ser pirsa polîsan got, “We roja berê li me da. "Hîn jî şopên lêdanê li milê min hene," û bertek nîşanî polîsan da. Piştî bertekê Saniye Bayram li ber pankarta ku dihat xwestin bê rakirin dest bi rûniştinê kir.

Parlamenterê DEM'ê yê Rihayê Ferît Şenyaşar bertek nîşanî gefên destwerdanê da û got, "Em hêza xwe li vir ji edaleta xwe û gelê xwe digirin."

SETNBOL

Qeyûmê Şaredariya Esenyurtê di torena 10’ê Mijdarê de hate protestokirin û welatiyan jê re got: “Tu bi kîja rûyî têy vê derê.”

Qeyûmê Şaredariya Esenyurt a Stenbolê Can Aksoy di torena 10’ê Mijdarê de hate protestokirin. Dema navê qeyûm hate gotin, welatiyan bertek nîşan dan û jê re gotin: “Tu bi kîjan rûyî têy vê derê?”