Şehîd Ebdê Mihemed li Tirbespiyê hat oxirkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebdê Mihemed merasîmek li dar xist. Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Şehîd Ebdê Mihemed li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîd Ebdê Mihemed li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîd Ebdê Mihemed li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîd Ebdê Mihemed li Tirbespiyê hat oxirkirin
12 cotmeh, 2026   12:55
QAMIŞLO  

Îro bi sedan şêniyên Tirbespiyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebdê Mihemed li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê oxir kir. Ebdê Mihemed 11`ê Cotmehê (2026) di encama nexweşiyê de li Qamişloyê şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û şênî li pakrewangehê beşdarî oxirkirina şehîd Ebdê Mihemed bûn.

Merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir, paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Asya Cuma axivî.

Asyayê destnîşan kir ku divê keda şehîdan neyê jibîrkirn û got: “Çi dibe bila bibe, em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin û xwedî li nirxê wan derkevin. Van qehremanan ji bo azadiya vî gelî canê xwe feda kir. Em deyndarê şehîdên xwe ne.”

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Tirbespiyê Dîrok Mele Beşîr diyar kir ku ew ê her dem ji bo parastinê gelê xwe di nava têkoşîn û berxwedanê de bin û da zanîn ku xwedî derketina li şehîdan û malbatên şehîdan erk e û divê her kes bizane ku ev gel ne bi tenê ye, xwedî hêzeke parastinê ye. Dîrok Mele Beşîr wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em li vir soza bi malbatên şehîdan re nû dikin û dibêjin parastina destkeftiyên şehîdan erka me ya bingehîn e.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(ex)

ANHA