Li Siwêdayê jinan pêşangeheke destkarî û xwarinên gelêrî vekir

Zêdetirî 40 jinan destkariyên xwe û xwarinên gelêrî di pêşangehekê de dan pêşandan. Ev pêşangeh bi armanca pêşxistina aboriya jinan û dayîna derfeta firotina berheman hatiye organîzekirin.

12 cotmeh, 2026   13:10
SIWÊDA

Komeleya El Cewhere El Xeriye li bajarê Siwêdayê bi beşdariya jinên firoşkar, xwendekarên zanîngehan û xwediyên projeyan bi armanca piştgiriya projeyên biçûk pêşangehek vekir.

Zêdetirî 40 jin tev li pêşangehê bûne, di pêşangehê de xwarinên gelêrî, destkarî, madeyên girêdayî estetîkê û hingiv pêşan didin. Pêşangehê duh (11 Cotmeh) dest pê kir û dê 2 rojan bidome.

Rîman El Benî yek ji jinên ku bi berhmên cuda yên girêdayî şêranî û xwarinên gelêrî beşdarî pêşangehê bûye, dibêje ku pereyên ji pêşangehê derkevin wê ji bo destekdayîna malbatên bi hacet ên li gundê Sehwe Bilata, xwendekar û malbatên şehîdan were pêşkêşkirin.

Amal El Salih bi berhemên xwe yên estetîkbûnê û keça wê Nûr Mihsin ku astengdar e bi berhemên xwe yên şêraniyê beşdarî pêşangehê bûne. Amalê bal kişand ser zehmetiyên firotina berheman û da zanîn ku pêşangeh ji bo naskirina kesên ku dê ji wan berheman bikirin girîng e. 

Leyal El Sehnawî jî destnîşan kir pêşangeh bi armanca piştgiriya malbatan û pêşxistina asta aboriya wan hatiye organîzekirin.

(sb)