Şehîd Diyala Mihemed li Bendava Berxwedanê hat bibîranîn
Nobedarên li Bendava Tişrînê endama Koma Hîlala Zêrîn şehîd Diyala Mihemed a ku duh di çalakiya nobedê ya li Bendava Berxwedan, Bendava Tişrînê de şehîd bû, bi bîr anî û got ew ê têkoşînê bidomînin û li dijî êrişên ku gefan li destkeftiyên wan dixwin bisekinin.

Çalakgerên li Bendava Tişrînê bi çalakiyekê li ser laşê bendavê endam koma Hîlala Zêrîn şehîd Diyala Mihemed bi bîr anî.
Şehîd Diyala Mihemed, duh di çalakiya nobedê ya şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî bendava Tişrînê de, li bendavê şehîd bû û li goristana şehîdan a Reqayê hat oxirkirin.
Di merasîma bibîranînê de bi navê jinên nobedar hevseroka Komîteya Darayî ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Reqayê Gulê Ehmê daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de bal li ser wêrekiya şehîd Diyala û xwesteka wê ya timî ya ji bo şehadetê hat kişandin û hat gotin ku şehîd ji mirinê netirsî û ew jî li pêş berdewamkirina têkoşîna wê nebû bend.
Di berdewama daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku şehîdbûna Diyala balê dikişîne ser rola jinên berxwedêr û fedakariyên wan ên ji bo welat nîşan didin.
Nobedaran xemgîniya xwe ji bo şehadeta Diyala anî ziman û got ew ê heta serkeftinê têkoşînê bidomînin.
(mh/fr)
ANHA