Piştî gefên DAIŞ'ê li Sûriyeyê seferberî

Piştî gefên DAIŞ’ê û hişyariyên DYA’yê, Fermandariya "Artêşa Azad a Sûriyeyê" giştînameyek ji bo yekîneyên xwe yên li çolistana Sûriyeyê derxist ku seferber bibin, di heman demê de Wezareta Parastinê ya desthilata Şamê jî ji bo pêşî li rageşiyeke nişkan ve bike amadebeşiyên xwe bilind kirin.

Piştî gefên DAIŞ'ê li Sûriyeyê seferberî
24 nîsan, 2025   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku piştî agahî li ser tevgerên çeteyên DAIŞ'ê hatin wergirtin, fermandariya Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku li baregeha Tenef û li beşeke çolistana Sûriyeyê belav bûye, ji bo yekîneyên xwe yên li çolîstana Sûriyeyê giştînameyek derxist ku yekser bikevin seferberiyê.

Girêdayî wê, Wezareta Parastinê ya desthilata Şamê, li hember rageşiya ji nişka ve, di nava metirsiyên pêkanîna êrişan an jî kemînan, asta amadebaşiya bilind kir, nexasim ku tevgera çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyeyê; ji rojhilatê Humsê û heta bi Dêrazorê zêde bûye.

Ajansa me dîmenên seferberiya "Hêzên Ewlekariya Giştî" yên desthilata Şamê û tevgerên wê li bajêra Şamê, wergirtin.

Ev yek, piştî çeteyên DAIŞ'ê dîmenek li ser platformên xwe yên ragihandinê belav kiribû pêk hat. DAIŞ’ê di dîmenê de, gef li serokê desthilata Şamê Ehmed Şeri xwar û got ew "ji şerîetê derketiye" û soza "tevgerên meydanî yên nêzîk" da.

Girêdayî wê, Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hefteya borî hişyarî dabû welatiyên xwe yên li Sûriyeyê ku gengaziya pêkhatina "êrişên nêzîk" li Sûriyeyê zêde bûye û dibe ku jiyana wan bixe xeteriyê.

Malpereke fermî ya Wezaretê nivîsand ku ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re "agahiyên pêbawer" ên der barê êrişên muhtemel li Sûriyeyê de hatine ku wê cihên tûrîst diçinê hedef werin girtin.

Wezaretê hişyariya ji asta 4’an ji bo rêwîtiya ber bi Sûriyeyê ve ji bo welatiyan da û got, "Rêwîtî qedexe ye."

Wezaretê li ser malpera xwe diyar kir ku divê tu beşek ji Sûriyeyê dûrî tundiyê  û ewle ye neyê dîtin.

Duh jî SOHR'ê dîmenên komên çekdar ku tên gumankirin ên çeteyên DAIŞ'ê ne belav kirin. Komên çekdar rêbendeke demkî li herêma Museles a nêzî bajarê Tedmurê li rojhilatê Humsê danîne, welatiyan disekinînin û nasnameyên wan kontrol dikin.

(mh/fr)