ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 - 4 – 2025
25 nîsan, 2025   02:00

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û koçberên Efrînê tekez kir ku gava yekem a ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema ku ber bi lûtkeya Çiyayê Qereçoxê ve diçû, bû bingeha serkeftinên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev şoreş bûye modela xwişk û biratiyê û jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê. Berxwedana îro ya li bendava Tişrînê jî nîşana vê yekê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedarên li kantona Reqayê diyar kir ku "Danezana Destûrî" ya desthilata Şamê ne li gorî xwestekên gelê Sûriyeyê ye, li ser gelê Sûriyeyê hatiye ferzkirin û li dijî yekparebûna xak û çanda wan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Cotkarên kantona Reqayê dest bi çinîn û berhevkirina alûyan kir ku li herêmê bi navê ‘hilûk’ têne naskirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê şehîdên Qereçoxê bi bîr tîne, (11:00), û şêniyên kantona Firatê jî ji bo bîranîna şehîdan li Parkrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê mûman pêdixe, (18:30). BI WÊNE Û DÎMEN 

Xelkê kantona Reqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Diyaadîn Termeş, şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Fewaz Hemade û endama Hîlala Zêrîn şehîd Diyala Mihemed, li taxa Esbahiye ya li aliyê rojavayê bajêr, sersaxiyê dide malbatên şehîdan, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN