Li Tebqayê kesekî hevalê xwe kuşt

Li bajarê Tebqayê kesek di mala xwe de ji aliyê hevalê xwe ve  hat kuştin.

Li Tebqayê kesekî hevalê xwe kuşt
13 cotmeh, 2026   18:23
HESEKÊ

Li taxa El Sanî ya bajarê Tebqayê kesek li mala xwe ji aliyê hevalekî xwe ve hat gulebarankirin û kuştin.

Li gorî SOHR‘ê kujer 4 gule li hevalê xwe reşandin û reviya cihekî nediyar.

SOHR‘ê da zanîn ku ji destpêka îsal (2026) ve 413 sûcên kuştinê hatine kirin, di encamê de 358 mêr, 61 jin û 38 zarok hatin kuştin.

(bb)