Sedemên derketina aloziya û rêbazên çareseriyê rojeva panelekê li Helebê

Siyasetmedar û endamên rêveber ên saziyên sivîl sedemên derketina pergalên dîktator û rêbazên têkbirina wan pargalan bi rêya projeya neteweya demokratîk nîqaş kirin.

10 ÇILE, 2024   15:35
HELEB

Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Helebê ji bo nîqaşkirina sedemên derketina pergalên dîktator û rêbazên têkbirina wan pargalan bi rêya projeya neteweya demokratîk panelek bi sernav "Pergalên desthildar di dîrokê de-çareserî neteweya demokratîk e" li dar xist.

PYD`ê ev demeke ji bo balê bikişîne ser pêwîstiya pêkanîna projeya neteweya demokratîk, çalakiyan li dar dixe.

 Panela li hola 8`ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê  dar ketiye de, endamên saziyên sivîl, partî, meclis û komînan hazir bûn.

Di panelê de mijarên; zêdekirina hilberandinê û keysbazkirina desthilatê ji aliyê beşekê ve, neteweya demokratîk alternatîfê netewdewletê û pergalên dîktator li dijî vîna gelan e, pêwîstiya serhildaneke fikrî û girîngiya projeya neteweya demokratîk hatin nîqaşkirin.

Bedevkê Komîteya Têkiliyan a PYD`ê şaxê Şehbayê Esed Menan, endamê rêveberiya Mala Êzidî Hanan Silêman, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Remzî Şêx Mûsa û Hevseroka Komîteya Têkiliyan a PYD`yê şaxê Helebê Eyşe HIso mijarên panelê bi rêve bibin.

Piştî nîqaşên berfireh, hate destnîşankirin şoreşa Rojava û gelên herêmê yên xwedî li projeya Rêber Abdullah Ocalan (neteweya demokratîk û biratiya gelan) derketine, bûye alternatîfê netewdewletê.

Her wiha hate diyarkirin ku neteweya demokratîk çareseriya herî guncew ji ber ku pîşesaziya ekolojîk û civaka demokratîk stûnên wê yên sereke ne ji ber wê çareseriya aloziya xwîndar a li cîhanê ye.

(şx)

ANHA