Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Amûdê û gundên derdorê 49 şehîd bi bîr anîn û soz dan wefedarê fedakariyên şehîdan bin û ji bo parastina destkeftiyên wan têkoşînê mezin bikin.

Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
Li Amûdê 49 şehîd hatin bibîranîn
10 ÇILE, 2024   15:18
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna 49 şehîdên (HPG-YJA Star- YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Xweparastinê) yên di Cotmeh, Mijdar, Kanûn û Çileyê de di dem û cihên cuda de di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbûn, merasîmek li dar xist.

Di merasîma li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de li dar ket, malbat û hevalên şehîdan, şêniyên navçeyê û gundên derdorê hazir bûn.

Di merasîmê de têkildarî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser şerê taybet, siyasetên qirkirinê yên li dijî gelan tê meşandin hate pêşandan.

Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Dawî axivî û fedekariyên şehîdan ên ku di oxira pêkanîna ewlehiyê li herêmê de kirine, silav kir û soz da ku di heman rêyê de têkoşînê mezin bikin û fedakariyên din bikin.

Her wiha Dawî berxwedana şervanên HPG`ê li hember dewleta Tirk a dagirker silav kir û got: "Dewleta Tirk a faşîst nikare vîna gerîla û gelên Kurdistanê yên bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin, bişikîne."

Her wiha di dawiyê de sînevizyonek têkildarî 49 şehîdan hate pêşandan.

(şx)

ANHA