Kurdî li rênîşanderên hec û umreyê zêde bû

Wezareta Hec û Umrayê ya Siûdiye diyar kir ku kurdî li rênîşanderên hec û umreyê zêde kirine.

Kurdî li rênîşanderên hec û umreyê zêde bû
10 ÇILE, 2024   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Hec û Umreyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku wê zêdekirina kurdî li rênîşanderên hec û umreyê ji bo hecacên ji Başûrê Kurdistanê tên, erê kiriye.

Mudirê giştî yê hec û umreyê yê Başûrê Kurdistanê şêx Niyaz Raxib ku zêdekirina kurdî li rênîşanderan xwestiye, got rayedarên siûdî daxwaza wî erê kirine û zimanê kurd zimanê 40 milyon kesî ye û bi "daxwaza wî kêfxweş in".

3`yê Çileya 2024`an, Wezareta Ewqafê û Kar û Barên Olî ya Başûrê Kurdistanê têkildarî kongreya Kar û Barên Hec û Umreyê de ya li bajarê Ceda yê Siûdiye li dar ketiye daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku wezîrê hecê û umre yê Siûdiye zêdekirina kurdî li rênîşanderên hecê û umreyê erê kiriye. 

Şêx Niyaz Raxib li Cedayê ji dezgehên çapemeniyê re wiha axivî: "Berê li mizgefta pîroz rênîşandan bi zimanên piraniya dewletên cîhanê hebû. Lê kurd tune bû. Îro jî Wezareta Hec û Umreyê zêdekirina kurdî li rênîşanderan erê kir ku zimanê 40 milyon kesî ye û salane bi sed hezaran kurd diçin hecê."

(şx)