Sedemên bêaramiya li ser sînorê Sûriye û Îsraîlê çi ne?

Di şeva sêşemê de top ji Sûriyeyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, ji ber wê jî li ber sînor rewşeke bêaramiyê derket. Piştî vê êrişê îhtîmala derketina şerekî nû zêde bû û Îsraîlê asta gefên xwe bilind kir û gihaşt asta ku gefê li serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî bixwe. Gelo sedemên van nakokiyan çi ne?

Sedemên bêaramiya li ser sînorê Sûriye û Îsraîlê çi ne?
6 hezîran, 2025   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di êvara 3'yê Hezîranê (sêşemê) de ragihand ku wan bersiva êrişeke ji xaka Sûriyeyê da û hin armanc li başûrê Sûriyeyê topbaran kirin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li hemberî vê êrişê serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî wek berpirs nîşan da.

Dezgehên ragihandinê yên erebî û filistînî daxuyaniyek belav kir û hat gotin ku ew daxuyanî ya komeke bi navê "Ketîbeyên Şehîd Mihemed El Dêf" e û wan berpirsyariya vê êrişê girtiye ser xwe. Navê vê komê (Mihemed El Dêf) fermandarê baskê leşkerî yê Hemasê nîşan dide ku di 2024'an de di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de hatibû kuştin.

Di hefteyên dawîn de artêşa Îsraîlê derbasî gundên ser sînor bû. Şêniyên wan gundan da zanîn ku ew ji çinîna berhemên xwe hatine qedexekirin û van kiryaran nakokî zêde kirin.

EZMÛNA SERWERIYA DESTHILATA ŞAMÊ

Lêkoler û analîzvanê siyasî yê ji Sûriyeyê Malik El Hafiz ji ajansa me re diyar kir ku ev êrişên dawîn lewaziya hevsengiya ewlekariyê ya li başûrê Sûriyeyê nîşan dide û got: "Desthilata Şamê ya ku hewl dide rewatiya xwe bide rûniştandin, di 2 ezmûnan re derbas dibe. Li aliyekî ji wê tê xwestin ku ewlehiyê biparêze û li cihên ku êriş jê derketine, kontrol bike. Li aliyê din jî ew dibîne ku eger pêkanîna şerên herêmî li dijî wê zêde ye, nexasim ku ew nikare wan şeran kontrol bike."

El Hafiz diyar kir ku bersiva Îsraîlê bi lez bû û ji çarçoveya leşkerî derket û got: "Îsraîlê peyamên siyasî jî ji bo hundirê Îsraîlê û Sûriyeyê û hevkarên herêmî dan. Îsraîl dizane desthilata Şamê lewaz e lê belê di heman demê de ew ditirse başûrê Sûriyeyê bibe çavkaniya êriş û gefan.”

VALAHIYA SIYASÎ Û PEYAMÊN NERASTERAST

El Hafiz got: "Dema ku Îsraîl desthilata Şamê li hemberî êrişê wek berpirs dibîne, ev nayê wateya ku wê îtîrafeke siyasî pê kiriye, lê belê valahiya li Sûriyeyê nîşan dide. Ev daxuyanî pirsgirêkeke kûrtir dide nîşandan. Desthilateke demkî ya nerewa li hemberî bûyeran wekî berpirs tê dîtin, bêyî ku amûrên wê bûyerê pê re hebin."

El Hafiz diyar kir ku dibe Îsraîl êrişên din pêk bîne da ku pêşî li êrişên ji Sûriyeyê bigire û dibe ku ew xwe li başûrê Sûriyeyê jî xurt bike da ku li aliyên xwedî rol ên navneteweyî zextê bike.

Li hemberî wê, desthilata Şamê bi zehmetiyên hundirîn û ji derve re rû bi rû mane. Ew ne dikare serweriya xwe li seranserî Sûriyeyê pêk bîne, ne jî rewatiya wê ya siyasî heye ku bikare bersiveke fermî bide.

El Hafiz wiha lê zêde kir: "Tiştê ku bûye ezmûneke kûr a vê desthilatê ye. Ev ezmûn dike vê desthilatê ji aliyekî xwedî rol ê lewaz bike aliyekî siyasî ku hem çavdêriyê dike hem jî bersivê dide. Bi awayekî din, an ew bibe dewlet an jî bibe qada veguhastina peyamên herêmî."

ÎSRAÎL Û SÛDWERGIRTINA JI VALAHIYA SÛRIYEYÊ

Girêdayî mijarê, analîzvanê siyasî yê li Moskovê Mehmûd El Efendî diyar kir ku Îsraîl dibîne ku rewşa li Sûriyeyê derfeteke zêrîn e da ku dewleta Sûriyeyê ji hev bixe û got: "Ew ne hewcedar e ku di vê qonaxê de peymana aştiyê bi Şamê re îmze bike. Îsraîl hewl dide di vê valahiyê de nakokiyên taîfî biçîne. Ew vê dewleta nû ya Sûriyeyê ya xwedî hişmendiya îslamî, wekî hevkarekê ji xwe re nabîne. Îsraîl ditirse statuyeke wekî ya Hemasê li ber sînorên wê were avakirin."

El Efendî wiha domand: "Tiştê ku hîn zêdetir Îsraîlê dike rewşeke nearam rola Tirkiyeyê ya di Sûriyeyê de ye. Rola wê ya ku her bi diçe pêş dikeve, êdî bi rola Îsraîlê re ketiye rikeberiyeke stratejîk."

El Efendî di dawiya axaftina xwe de got: "Tiştê ku li sînor bûye, dibe ku beşek jê, şanoyeke îstixbaratî be ku ji aliyê Îsraîlê yan jî aliyên jê nêzîk ve hatibe amadekirin, ji bo ku ji êrişên Îsraîlê û destwerdana wê ha li Sûriyeyê re bibe sedem û biha ne."

(mh)

ANHA