Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyên xizmetguzarî di astên bilind de didomin

Tevî hemû zehmetiyên heyî, şaredariyên gel û saziyên xizmetguzariyê yên herêmê xebat û projeyên avê, qîrkirina rêyan, ronîkirina rêyan û çaksazkirin û avakirina kanalîzasyonan didomînin.

6 hezîran, 2025   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariyên gel ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di xebatên xwe de hewl didin girîngiyeke mezin bidin çareserkirina pirsgirêkên avê, qîrkirina rêyan û çaksazkirina binesaziyê, bi taybetî di werza havînê de.

LI ÇILAXAYÊ XEBATÊN PEYDAKIRINA AVÊ

Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê zêdetirî 53 bîr hene û piraniya wan baş dixebitin.

Lê belê ji ber qutkirina zêde ya kehrebeyê gelek bîr ji xizmetê derketin, bi taybetî bîrên li gundên başûr wekî gundên Sefa, Şemam, Gênco, Xerab Bajar, Baqla, Zexîra û taxs Mesref a hundirê bajêr. Kehrebe rojane saetekê tê, ev jî ji bo tijîkirina xezanên avê têrê nake. Di encamê de şênî neçar dibin ku ji bo pêdiviyên rojane avê bikirin.

Di çarçoveya çareserkirina vê pirsgirêkê de, di sala 2024'an de Daîreya Avê 8 generatorên kehrebetê kirîn. Ji wan 2 gerok in ji bo rewşên awarte. Generator li ber bîrên sereke yên bajêr û 4 gundên başûrê wî hatin danîn. Daîreyê ji bo bîrên mayî hevkarî bi rêxistinên mirovî re jî kir da ku tabloyên enerjiya tavê li ber wan deynin.

Tevî van hewldanan, dîsa jî 10 gund û taxa Mesref ji çareseriyê bêpar mane. Ji ber wê şaredarî wekî çareseriyeke demkî avê bi sahrîcan li şêniyên wan belav dike.

Hevserokê Daîreya Avê ya bajarê Çilaxa Hecî Osê ji ajansa me re got: "Em rojane avê bi sahrîcan belav dikin. Ji bo siwarkirina tabloyên enerjiya tavê jî têkiliyên me didomin. Di plansaziya 2025'an de em ê ji bo gundên mayî 5 generatorên nû bikirin û tabloyên tavê peyda bikin da ku ev pirsgirêk bi awayekî domdar were çareserkirin."

LI TEBQAYÊ PROJEYÊN AVÊ

Li bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê xebatên Nivîsgeha Avê yên ji bo pêşxistina rewşa avê didomin. Boriyeke nû ya ji madeya bolî îtîlin bi tîreya 140 mîlîmetreyan û zexta 16 bar li şûna xeta El Aliye hat siwarkirin. Dirêjiya boriyê 4 hezar û 800 metre ye û ji vê projeyê 10 hezar welatî sûdê digirin.

Xebatên li ser xeta Wadî El Helmî ya bi dirêjiya hezar û 700 metreyan û bi heman taybetmendiyên boriya El Aliye, didomin. Ev xet avê ji taxên Amiriye, Aliye, Şiwêhan, Heraqat û deverên başûrê bajêr re peyda dike û jê 12 hezar welatî sûdê digirin.

Di 2025'an de Şaredariya Gel ê 2 projeyên nû pêk bîne. Yek li taxa Wefa ya bajarê Hinêde ye, bi dirêjiya hezar û 150 metre û tîreya 125 mîlîmetre  ye û ji vê projeyê nêzî 7 hezar welatî sûdê digirin. Projeya din jî li Mensûra Cenûbiye ye ew jî bi dirêjiya hezar û 500 metreyan e û heman hejmara welatiyan jê sûdê digirin.

Rêveberê Nivîsgeha Avê Mahir El Ehmed diyar kir ku armanc ji projeyan pêşxistina asta torên avê û peydakirina avê ji bo hemû welatiyan e, nexasim ku di salên dawîn de avahî berfireh bûne.

LI DÊRIKÊ QÎRKIRINA RÊYAN

Li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê Şaredariya Gel dest bi qonaxa 1'ê ya qîrkirina rêyên sereke kir. Deriyên bajêr hatin qîrkirin, ji bo wan 12 hezar metredam qîr hat bikaranîn. Çaverê ye ji bo qîrkirina rêyên hundirîn ên bajêr di qonaxa 2'yê de 10 hezar metredam qîr were bikaranîn. Qonaxa 3'yê jî dê bi hevkariya civaka xwecihî were pêkanîn û ew ê di dema bê de were ragihandin.

LI REQAYÊ GELEK PROJE

Li bajarê Reqayê, di çarçoveya çaksazkirina binesaziyê de Şaredariya Gel dest bi gelek projeyan kir.

Di projeyên rêyan de, peyarêyên kolana Mensûr Şemalî bi dirêjiya 700 metreyan, naverêya di navbera çerxerêya Delê û kolana Qîtar bi dirêjiya 900 metreyan, naverêyên kolanên Sarîko, lehrebe û Methenê bi dirêjiya ji 400 heta hezar metreyan, hatin çaksazkirin.

Rêveberê projeyên naverêyan a Şaredariya Gel a Reqayê endezyar Cuma El Hecac got: "Di rojên bê de encamên zelal ên xebatê dê werin dîtin. Armanc ji van projeyan ew e ku dîmena şaristanî ya bajêr were vegerandin."

Di projeyên kanalîzasyonan de dest bi projeya avakirina kanalîzasyonên nû li taxa Ekrad bi dirêjiya 4 hezar û 500 metreyan hat kirin. Kanalîzasyon ji rêya giştî ya bakurê rêya tirênê heta navenda tenduristiyê ya şehîd Mîdya ye. Projeya li taxa Teyar a bi dirêjiya 300 metreyan jî tê domandin.

Li kolana Sûq El Hedîd jî dest bi avakirina kanalîzasyonên nû bi dirêjiya 500 metreyan hat kirin.

Daîreya Ronîkirina Giştî debatên ronîkirinê jî didomîne. Çirayên bi şiyana 100 heta 200 watt hatin siwarkirin û zêdetirî 60 çirayên kevin hatin nûkirin. Li kolanên Girê Spî û Mensûr jî tora ronîkirinê hat nûkirin û li kolana Basil kablên kehrebeyê bi dirêjiya 24 metreyan hatin çaksazkirin.

Serokê daîreyê Şewax El Selal da zanîn ku wan kelûpelên nû yên ronîkirinê wergirtine, ji wan amûrên ronîkirinê bi şiyana 200 watt û 100 watt û amûrên din ên çaksaziyên.

El Selal got ku ew ê di nîva meha bê de dest bi projeyan bikin. Projeyên wan ê li rêyên sereke bin û ew ê amûrên berê rakin û li şûna wan ên nû werin danîn, her wiha li taxên din jî xebat ê bidomin.

Tevî kirîzên mezin ên ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî binesaziyê de derketine û tevî kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê ku ew jî bûye sedema kêmbûna hilberîna kehrebeyê, lê dîsa jî armanca sereke ya saziyên xizmetguzarî pêşxistina rewşa xizmetguzarî ye û ji bo peydakirina pêdiviyên welatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe didomînin.

(mh)