Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye

Li bajarê Şedadê hilberandina xwecih buhayên sebzeyan erzan kiriye û tevgera kirînê li bazaran geş kiriye.

Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
Sebzeyên xwecih bazar geş kiriye
2 tebax, 2025   05:05
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Li herêmên başûrê kantona Cizîrê, bi taybetî li gundewarên bajarê Şedadê di çandiniya sebzeyên havînê de geşbûneke mezin heye. Li gundê Qana, di vê havînê de cureyên cuda yên sebzeyan wekî bacan, xiyar û zebeş tên çinîn. Bacan li 4 hezar donimî hatine çandin ku rojane di navbera 10-12 tonan de berhemê didin. Xiyar jî ku li 2 hezar donimî hatine çandin rojane nêzî 7 tonan berhemê didin, her wiha zebeş û kundir jî ku li hezar donimî hatine çandin, rojane zêdetirî 3 tonan derdixin. Geşbûna çandiniyê bû sedem ku buhayên wan li bazaran kêm bibin.

Şêniyê bi navê Basil El Ehmed diyar kir ku sebeze bi buhayên guncaw peyda dibin, ev jî dide nîşandan ku çandiniya xwecih pêdiviya sûkan bi cih aniye û zexta aborî ya li ser malbatan sivik kiriye.

Omer El Farûq jî da zanîn ku buhayê li sûkên gel ji yên dikanan erzantir e û diyar kir ku ferqa di navbera buhayên li sûkên gel û yên dikanan 500 lîreyên Sûriyeyî ye.

Xwediyê dikana sebzeyan Ehmed Dawud got buha li gorî derfetên şêniyan in û diyar kir ku li sûkan tevgereke çalak a firotinê heye.

Li sûka sebzeyan, kîloyeke bacanan bi hezar û 500 lîreyan e, kartolên şîrîn bi 2 hezar û 500 lîre, kartolên şor bi 4 hezar, bacanên reş bi 3 hezar û 500 lîre, dolme bi 4 hezarî, îsot bi 5 hezarî û zebeş jî bi 2 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Dawud destnîşan kir ku di havînê de ji ber erzanbûna buhayan û zêdebûna xwesteka li ser sebzeyan tevgera li sûkan geş e, lê di zivistanê de xwestek kêm e.

Tevî van erêniyan jî, lê xetereya hişkesaliyê gefeke mezin li ser çandiniyê çêdike. Kêmbûna ava avdaniyê ya ji ber hişkesaliyê, her wiha kêmbûna asta avên çeman, bi taybetî çemê Firatê, qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bandorên neyînî dikin.

(bb)

ANHA