Li Xezeyê di 2 rojan de zêdetirî 100 kes hatin kuştin

NY’yê ragihand ku li Xezeyê di nava 2 rojan de ji bo gihiştina xorekan li nuqteyên alîkariyê yên Îsraîlê kirine ‘leşkerî’ zêdetirî 100 kesî jiyyana xwe ji dest dane.

Li Xezeyê di 2 rojan de zêdetirî 100 kes hatin kuştin
1 tebax, 2025   20:35
NAVEDNA NÛÇEYAN

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Haq di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane de derbarê rewşa dawî ya li Xezeyê agahî da.

Haq destnîşan kir ku divê di nava civakê de alîkerî bê ku bê astengkirin bê belavkirin û derbarê krîza hejariyê ku bi mehane destpêkirî her diçe kûrtir dibe, hişyarî da.

Haq anî ziman ku divê astengiyên li pêşiya alîkariyên ji bo biçin Xezeyê bên rakirin, ji bo lezûbez alîkarî bê gihandin rê bêdayîn. Haq ragihand ku li Xezeyê din ava 2 rojan de ji bo gihiştina xorekan li nuqteyên alîkariyê yên Îsraîlê kirine ‘leşkerî’ zêdetirî 100 kesî jiyyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî birîndar bûne.