Rîska vegera çeteyên DAIŞ’ê zêdetir dibe

Çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji tevliheviya li Sûriyeyê werdigirin û êrişan pêk tînin, hewl didin careke din xwe bi rêxistin bikin. Heke tevgereke xurt li hember DAIŞ’ê çênebe hingî dê xetereyên mezin bi xwe re bîne ku dê ji sînorê Sûriyeyê wêdetir biçe.

Rîska vegera çeteyên DAIŞ’ê zêdetir dibe
2 tebax, 2025   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe li deverên cuda yên Sûriyeyê didomînin. Rêxistinên mafên mirovan û pisporên ewlehiyê hişyariyan didin ku DAIŞ bi awayekî çalak hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike û careke din herêmê kontrol bike. 

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û Tora Mafên Mirovan a Sûriyê (SNHR), çeteyên DAIŞ’ê di 7 mehên pêşîn ên îsal (2025) de bi dehan êriş li çolistana Sûriyeyê (Bediya) û herêmên derdora Dêrazor û Reqayê kirine. DAIŞ di van êrişan de bi giranî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), cotkar, her wiha şivanan dikin armanc. Hate diyarkirin ku di encama van êrişan de zêdetirî 250 kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞ’ê ku di van êrişên xwe de taktîka lê bid û birevê, kemîn û bombeyan bi kar tînin, hewl didin li herêmên bejahî rewşeke bêîstîqrar bidin avakirin.

Herêmên Rêveberiya Xweser ên herî zêde ne ku ji destpêka îsal ve bûn hedefa êrişên çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyên DAIŞ’ê ji destpêka îsal ve 116 êriş li dijî kantona Dêrazorê pêk anîne. Di êrişan de ku bi rêya danîna kemînan, teqandina mayînan, êrişên çekdarî yên li ser bendên kontrolê û erebeyên leşkerî hatine kirin, 22 şervanên QSD’ê û 6 sivîl şehîd bûn, her wiha bi dehan kes jî birîndar bûn.

QSD LI XETÊN PÊŞ E

QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo pêşîgirtina li çeteyên DAIŞ’ê bersiva êrişan didin û operasyonan li dar dixin. Herî dawî di 30’ê Tîrmehê de li gundewarên Şedadê yê kantona Cizîrê operasyoneke ewlehiyê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hat lidarxistin. Di operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Her wiha QSD`ê li kampa Holê jî operasyonek kir. Di operasyonê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. 29’ê Tîrmehê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Reqayê 9 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê girtin. 27’ê heman mehê QSD’ê ragihandibû ku Tîmên Operasyonên Leşkerî yên girêdayî wê li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê dema erebeyeke bombebarkirî amade dikir, girt.

26’ê Tîrmehê QSD’ê ragihandibû ku çeteyên DAIŞ’ê li gundê Riz ê bajarokê Bisêra ya li rojhilatê Dêrazorê êrişî erebeya leşkerî ya şervanan kir. Di encama bersivdayînê de şervanek şehîd bû û yekî din birîndar bû. 4’ê Tîrmehê jî QSD’ê ragihand ku wê li heman bajarokî mayineke çeteyên DAIŞ’ê bê bandor kir.

Li gorî çavdêran, zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û operasyonên ewlehî û leşkerî yên hêzên herêmê nîşaneke metirsîdar a vegera çeteyan e.

MERCÊN DIHÊLIN DAIŞ VEGERE

Li gorî pisporên kar û barên terorê, çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji rewşên jîngehî, siyasî, civakî û ewlehiyê yên hişk ên li Sûriyeyê werdigirin û hewl didin careke din xwe komî ser hev bikin. Li aliyekî din jî belavbûna çeteyên DAIŞ’ê li herêmên hikumeta veguhêz bêyî ku wergirtin dibe alîkar ku xwe li hawirdoreke ewle xwe bi rêxistin bikin.

Li aliyekî din, zêdebûna gotinên nefretê û êrişên li dijî ol û mezhebên ji çeteyên DAIŞ’ê re dibe destek ku armancên xwe yên tevlêkirina endaman nava xwe bi cih bîne.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser hesabê xwe yê X’ê gotibû: "Eger rayedarên Şamê dixwazin şansek ji bo bidestxistina Sûriyeyeke yekgirtî û aştiyane, bê kontrola DAIŞ û Îranê biparêzin, divê ew hêzên xwe yên ewlehiyê bi kar bînin da ku rê li ber DAIŞ û cîhadîstên tund bigirin ku bikevin Siwêdayê û komkujiyan bikin."

Di lêkolînên navneteweyî de, hate diyarkirin ku serçeteyên DAIŞ’ê yên ku ji çolistana Sûriyeyê reviyane, hewl didin şaneyên veşartî kom bikin û komên biçûk ava bike ku bi lez li kûrahiya çolistanê tev bigerin.

Li gorî rapora Koma Aloziyên Navneteweyî, zêdebûna tevgera DAIŞ’ê li Sûriyeyê metirsiyekê çêdike ku ji Sûriyeyê wêdetir biçe. Di raporê de hatiye destnîşankirin eger tevgereke lezgîn a navneteweyî li hemberî wê çênebe, hingî dê ji DAIŞ’ê re bingeheke nû peyda bike da ku ji wir êrişan li welatên cîran an jî li derveyî herêmê plan bike.

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku berdewama şerê li Sûriyeyê, lawabûna ewlehiyê, paşketina eleqeya navneteweyî ya piştî paşketina DAIŞ di aliyê leşkerî de, ji çeteyên DAIŞ’ê re dibe derfet da ku jinûve û bi awayekî xurttir derkeve.

BERPIRSYARIYA CIVATA NAVNETEWEYÎ

Di vê çarçoveyê de, rêxistinên navneteweyî yên wekî Human Rights Watch diyar kirin ku berpirsiyariya tunekirina DAIŞ’ê ne tenê bi aliyên herêmî yên li Sûriyeyê ve sînordar e, lê belê berpirsiyariyeke hevpar a civaka navneteweyî ye. Rêxistinan bang li aliyên herêmê kirin ku piştgiriyê bidin hewildanên li dijî terorê, çavkaniyên fînansekirina DAIŞ’ê bi taybetî bazirganiya narkotîkê û qaçaxçîtiyê, veberhênan di bernameyên rehabîlîtasyon û tundrawiya li kamp û navendên ragirtinê bêbandor bikin, her wiha piştgiriyê bidin hewildanên aramî û ji nû ve avakirinê da ku pêşî li DAIŞ’ê bigirin ku ji feqîrî û krîzan sûdê negirtin û kesan tevlî xwe nekin.

(bb)