4 rojnamevan hatin binçavkirin

Rojnamevan Semra Pelek, Dîcle Başturk, Ozan Cirik û Melîsa Efe hatin binçavkirin.

4 rojnamevan hatin binçavkirin
13 hezîran, 2025   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Semra Pelek, Dîcle Başturk û Ozan Cirik di çarçoveya lêpirsîneke li Artvînê hatiye destpêkirin de hatin binçavkirin.

Semra Pelek di serdegirtina mala xwe ya li Stenbolê de hate binçavkirin û piştî lêgerîna li malê birin Fermandariya Cendirmeyan a Maslakê.

Ozan Cirik ê xebatkarê Sendika.orgê Ozan Cirik jî li Stenbolê hat binçavkirin û ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Maslakê.

Ji ber ku biryara nepeniyê li ser dosyeyê heye nayê zanîn bi kîjan hincetan hatine binçavkirin.