Saziyên Suryanan gotinên wezîrê çandê yê desthilata Şamê şermezar kirin

Gotinên wezîrê çandê yê desthilata Şamê Mihemed Salih ku gotibû zimanê Suryanî "tenê zaravayekî erebî ye" û navê "Sûriye" bi eslê xwe erebî ye, di nava derdorên akademîk û rewşenbîrî de bû sedema bertekan.

Saziyên Suryanan gotinên wezîrê çandê yê desthilata Şamê şermezar kirin
7 nîsan, 2025   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Gotinên wezîrê çandê yê desthilata Şamê di hevpeyvînekê de ku tê de agahiyên şaş ên têkildarî zimanê Suryanî û koka navê ‘Sûriyeyê’ dabûn, ji aliyên derdorên rewşenbîrî û akademîk ve hatin şermezarkirin. 

Weqfa Ulf Tau ya ji bo Zimanê Suryanî di daxuyaniyekê de ev daxuyanî şermezar kir û got: “Zimanê Suryanî zimanekî serbixwe yê semîtîk e û girêdayî şaxê Aramî ye û xwedî dîrokeke belgekirî ya hezar salan e, beriya 2 hezar salan ji aliyê Îsa Mesîh ve hatiye axaftin û ew zimanekî zanist, felsefe, wêje û olê ye. Di merasîmên dêran de û di civakên Suryaniyan de li Sûriye, Iraq, Lubnan, Îran, Tirkiye û cîhanê zindî ye.”

Weqfa Ulf Tau xwest "wezîr ji ber daxuyaniyên xwe lêborînê bixwaze, îdiayên wî werin sererastkirin û dezgehên ragihandinê bi berpirsyarî tev bigerin û agahiyên nerast ên ku bandorê li pêkhateyên civaka Sûriyeyê dikin neweşînin.”

Serokê Komeleya Ziman, Çand û Wêjeya Suryanî ya Mêrdînê Yûsif Bagtaş jî wiha got: “Zimanê Suryanî yek ji zimanên herî kevn ên dîrokê ye û bandoreke kûr li ser zimanên Îbranî û Erebî kiriye.”

Komeleya Çanda Suryanan a Qamişloyê jî ev daxuyanî şermezar kir û got: "Di daxuyaniyê de nezanîneke û sextekariyeke aşkera li ser nasnameya hemû gelan heye. "

Komeleyê gotinên wezîr şermezar kirin û diyar kir ku ew daxuyanî reşkirina dîrok û nasnameya gelê Suryan e û daxwaza rêzgirtinê ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê re û naskirina ziman û çanda Suryanan wek parçeyekî bingehîn ê nasnameya nîştimanî ya Sûriyeyê kir.

(k)