Operasyona Ewlehiyê ya li Kampa Roj bi dawî bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û YPJ’ê Operasyona Ewlehiyê li kampa Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, bi dawî kir û diyar kir ku di operasyonê de 16’ê çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin.

Operasyona Ewlehiyê ya li Kampa Roj bi dawî bû
7 nîsan, 2025   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Operasyona Ewlehiyê ya li Kampê Roj ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, bi dawî kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro, Operasyona Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 5’ê Nîsana 2025’an de li Kampa Roj dabû detspêkirin, piştî 3 rojan ji xebatên ewlehiyê yên serketî, bi dawî bû. Li kêlek wê jî operasyonên taybet ên şevê li gorî agahiyên ji yekîneyên îstîxbaratî hatine wergirtin, hatin lidarxistin.

Ev operasyon li gorî agahiyên hatine wergirtin ku şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst di nava kampê de tev digerin, hate kirin. Da ku pêşî li tevgerên wan şaneyan bigirin û wan bigirin. Şaneyan hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bikin, îdeolojiyên xwe bixin serê biçûk û mezinan.

Di operasyona de, hêzên me ev xebat kirin:

·Li tevahî beşên kampê lêgerîn û operasyon hat kirin.

·Operasyonên taybet ên şevê, li gorî agahiyên îstîxbaratî yên hatine wergirtin, hatin kirin.

·16 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin ku destê wan di tevlêkirina endamên nû û revandina malbatan de heye.

·Alavên pêşketî ku di têkildana bi derve re dihatin bikaranîn hatin desteserkirin.

·Tonelek veşartî ku derbasî derveyî kampê de ku revandinê hêsan bike, hat dîtin.

Her wiha li gorî lêpirsînan hat aşkerakirin ku şaneyên terorîst fikrên rêxistina tundraw di zarokan de diçand ku hawirdoreke piştgiriyê bide fikra tundrawiyê ava bike, lê hişyariya hêzên me û pransîbên wan ên exlaqî û mirovî ev hewldan bi temamî têk birin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin û YPJ’ê diyar dikin ku ev operasyon di rêveçûn û têkoşîna me ya dijî terorê de gavên din ava dikin, civakê ji xeteriya DAIŞ’ê diparêzin û hawirdoreke ewle û îstîqrar ji gelê xwe yê Sûriyeyê û tevahî gelên cîhanê re peyda dikin."

(fr)