Li ser rêya Dêrazor-Şam qeza: 7 mirî

Li ser rêya Dêrazor-Şamê qezayeke trafîkê çêbû. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Dêrazor-Şam qeza: 7 mirî
7 nîsan, 2025   15:57
NAVENDA NÛÇEAYAN

Li ser rêya Dêrazor-Şamê otomobîlek û otubuseke rêwiyan li hev qelibîn. Li gorî agahiyan di qezayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 16 kes jî birîndar bûn.

Qeza vê sibehê li herêma di navbera Cewla û Kebacib de çêbû. Mirî û birîndar veguhastin nexweşxaneyên bajarê Dêrazorê.

(bb)